Li Efrînê kalemêrekî Kurd pêwîstî bi alîkariyê heye

28-11-2023
RÛDAW
Omer Reşîd nexweş e û hatiye emeliyatkirin
Omer Reşîd nexweş e û hatiye emeliyatkirin
Nîşan Efrîn Omer Reşîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, kalemêrekî Kurd ku temenê wî 90 sal e û nexweş e, pêwîstî bi alîkariyê heye.

Welatiyê Kurd Omer Omer Reşîd nexweş e û hatiye emeliyatkirin û pêwîstiya wî bi derman û alîkariyê heye.

Welatiyê navborî berî niha, rastî çelteyê hatiye û ev nêzîkî 10 sal e li erdê ye.

Ji bilî celteya dil, nexweşiya penceşêrê jî pê re derketiye û neştergerî jê re hatiye kirin.

Ji ber ku ew û hevjîna xwe bi temen bi tenê dimînin, rewşa wan zehmet e û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Omer Omer Reşîd û hevjîna wî Siltan Hisên, xelkê bajarokê Şerayê ne û niha li bajarê Efrînê dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst