Zarokekî Kurd li daristana Bulxaristanê canê xwe ji dest da

28-11-2023
RÛDAW
Bîlal Heysem Bozan ê 15 salî beriya du mehan ji gundê xwe derketiye
Bîlal Heysem Bozan ê 15 salî beriya du mehan ji gundê xwe derketiye
Nîşan Bîlal Heysem Bozan Bulxaristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zarokekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Kurdistanê li daristaneke Bulxaristanê canê xwe ji dest da.

Zarokê Kurd Bîlal Heysem Bozan ê 15 salî, beriya du mehan ji gundê xwe Til Eranê, yê başûrêrojhilatê Helebê derket û xwest ku biçe Ewropayê.

Bîlal Heysem Bozan çûye parêzgeha Îdlibê û ji wir derbasî Tirkiyeyê bû.

Derdora mehekê Bîlal Heysem Bozan li bajarê Edirneyê  dimîne û piştre derbasî Bulxaristanê dibe.

Lê ji ber berfê û sermayê û westanê dilê Bîlal Heysem Bozanê biçûk radiweste û Bîlal li daristanên Bulxaristanê canê xwe ji dest dide.

Piştî mirina Bîlal Heysem Bozan, termê wî vediguheze nexweşxaneyeke bajarê Xoskovê.

Malbata Bîlal Heysem Bozan daxwaza vegerandina termê wî ji Bulxaristanê dike lê  ti rê li pêşiya wan nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst