Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê MSDyê yê Şamê Ebdulwehab Xelîl got ku Siwêdayê pirsgirêkên siyasî yên li Sûriyeyê bi awayekî bingehîn guhertine û Amerîka ji vejîna DAIŞê diligran e.
Ebdulwehab Xelîl ragihand ku Tom Barack xwestiye ku "HSD ji bo metirsiya DAIŞê amade be", ji ber ku valahiya ewlehiyê ya ku ji ber şer çêdibe derfetê dide şaneyên DAIŞê ku xwe ji nû ve bi rêxistin bikin.
Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Şamê Ebdulwehab Xelîl bû mêvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê yên derbarê şerê li Siwêdayê, hevdîtina Mezlûm Ebdî û Tom Barrack û bipêşketinên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bersivandin.
Ebdulwehab Xelîl ji ragihand ku bûyerên Siwêdayê pirsgirêkên siyasî yên li Sûriyeyê bi awayekî bingehîn guhertine û teqez kir ku Amerîka ji metirsiya vejîna DAIŞê bi awayekî cidî dilgiran e.
Nûnerê MSDyê her wiha bangî hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir ku ji bo kongreyeke niştimanî bicivin.
Civîna Ebdî û Barack: Baweriya bi çareseriya siyasî
Ebdulwehab Xelîl li ser hevdîtina Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack got:
"Civîn erênî bû. Her kes gihîştiye wê baweriyê ku bi şer tiştek çareser nabe."
Bûyerên Siwêdayê û pêwîstiya kongreyeke niştimanî
Ebdulwehab tekez kir ku rewşa Sûriyeyê piştî bûyerên Siwêdayê êdî ne wekî berê ye û got, "Rewşa berî bûyerên Siwêdayê û piştî wê gelek cuda ye."
Her wiha bang li hemû aliyan kir ku li hev bicivin û got, "Divê pêkhateyên Sûriyeyê hemû rûnin û kongreyeke niştimanî li dar bixin."
Li gorî Ebdulwehab Xelîl, ev yek rola HSDyê wekî hêzeke niştimanî ya ku xwedî projeyeke çareseriyê ye xurtir dike û pêwîstiya bi wê zêdetir nîşan dide.
Xwestiye HSD amade be
Nûnerê MSDyê metirsiya sereke ya Amerîkayê jî eşkere kir û got ku şerê li Siwêdayê "di çalakbûna DAIŞê de roleke neyînî lîstiye."
Wî da zanîn ku Tom Barack xwestiye ku "HSD ji bo metirsiya DAIŞê amade be", ji ber ku valahiya ewlehiyê ya ku ji ber şer çêdibe, derfetê dide şaneyên DAIŞê ku xwe ji nû ve birêxistin bikin.
Ebdulwehab Xelîl her wiha destnîşan kir ku Amerîka dixwaze "Rêkeftina 10ê Adarê" bê bicîkirin ku ev rêkeftin ji bo aramî û ewlehiya herêmê girîng tê dîtin.
Dan û standinên bi Şamê re û helwesta leşkerî
Ebdulwehab derbarê destpêkirina gereke dan û standinên bi hikûmeta Şamê re diyar kir ku heta niha ti dem nehatiye destnîşankirin lê ew li bendê ne ku "di demeke nêzîk de" gereke din dest pê bike.
Ebdulwehab Xelîl di dawiyê de bi awayekî eşkere red kir ku ji HSDyê hatibe xwestin ku bi awayekî leşkerî midaxeleyî bûyerên Siwêdayê bike û got:
"Ji HSDyê nehatiye xwestin ku berê xwe bide Siwêdayê."
Xelîl tekez kir ku helwesta Rêveberiya Xweser ne midaxeleya leşkerî lê ji bo pêkhateyan piştgiriya siyasî û mirovî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse