Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amedê minîbusek û otomobîlek li hev qelibîn û di qezayê de 7 kes birîndar bûn.
Minîbusa ku S.K diajot ji paş ve li otomobîla ku navê ajokarê wê nehat tespîtkirin, xist.
Di qezaya trafîkê de K.Y, F.Ç, G.B, S.E, B.A, H.Y. û B.N. birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên li bajêr.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse