Lêkolera Çînî: Şoreşa jinên Rojavayê Kurdistanê ji bo tevahiya cîhanê ye

29-04-2025
RÛDAW
Lêkolera Çînî Yushan Yuang / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Lêkolera Çînî Yushan Yuang / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Yushan Yuang Zimanê Kurdî Lêkolara Çînî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolera Çînî Yushan Yuangê got, “Şoreşa jinên Rojavayê Kurdistanê ji bo tevahiya cîhanê ye.”

Lêkolera Çînî Yushan Yuang li Fransayê fêrî Kurdî bûye û li ser jinên Rojavayê Kurdistanê lêkolîn kiriye.

Ew dibêje ku xebata jinên Rojavayê Kurdistanê ji bo tevahiya cîhanê ye û ew jinên jêhatî û karker in.

Yushan Yuangê di hevpeyvînekê de li gel pêşkêşkara Nûrojê Nalîn Hesen behsa ezmûna xwe ya di fêrbûna zimanê Kurdî û serdana Rojavayê Kurdistanê de kir.

Lêkolera Çînî Yushan Yuang got, “Ji ber ku ez li ser Rojhilata Navîn dixwînim min beriya sê salan li Parîsê xwe fêrî zimanê Kurdî kir û ez Erebî jî dizanim."

“Zimanê Kurdî gelekî xweş e”

Yushan Yuangê da zanîn lêkolîneke taybet li ser jinên Rojavayê Kurdistanê kiriye û  encamên wê lêkolîna xwe di Konferansa 4emîn Lêkolînên Kurdî ya Hewlêrê de pêşkeş kiriye û got:

“Zimanê Kurdî gelekî xweş e û ne zehmet e, ji ber rêzimana wê zelal e. Ez gelekî ji zimanê Kurdî hez dikim.

Beriya sê salan li Parîsê min hewl da ku fêrî zimanê Kurdî bibim û niha dikarim binivîsim û bixwînim."

Rojên 22-23yê Nîsanê  Konferansa 4emîn Lêkolînên Kurdî ji aliyê Enstîtûya Kurdî ya Parîsê û Zanîngeha Kurdistanê ve hatibû organîzekirin û 140 lêkolîn hatin pêşkêşkirin ku ji 27 welatan lêkoler beşdar bûbûn.

“Rewşa jinan niha baştir e”

Yuangê behsa lêkolîna kir û got:

“Min gelek gotar li ser jinên Rojavayê Kurdistanê xwendibûn, lewma min xwest lêkolînekê bikim.

Beriya du salan min Rojavayê Kurdistanê ziyaret kir û min xwest lêkolînekê li ser jinên li Rojavayê Kurdistanê bikim.

Lêkolîna min li ser jinên asayî ye ne şervan û siyasetvan. Dikarim bibêjim niha rewşa jinên Rojavayê Kurdistanê ji berê baştir e lê pirsgirêk hene."

Yuangê eşkere kir ji aliyê welatê xwe ve ji bo xwendina doktorayê li ser Rojhilata Navîn şandiye Fransayê.

“Li Çînê gelek tişt li ser Rojavayê Kurdistanê nayên zanîn”

Wê amaje bi kêmbûna çavkanî û agahiyên taybet li ser Rojavayê Kurdistanê kir û got:

“Li Çînê gelek tişt li ser Rojavayê Kurdistanê nayên zanîn. Ez hewl didim gotarên zêdetir li ser jinên Rojavayê Kurdistanê binivîsim.

Her wiha piştî nemana Esed (Beşar Esed, serokê berê yê Sûriyeyê) Çînî dikarin zêdetir li ser Rojavayê Kurdistanê bizanin û serdana Rojavayê Kurdistanê jî bikin."

Roja 21ê Sibata 2025an Serokê Sûriyê Ehmed Şer li gel Balyozê Çînê yê Şamê Shi Hongwei civiya ku yekem hevdîtina di navbera her du welatan de bû.

Roja 28ê Nîsana 2025an Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî li gel Nûnerê Çînê li Neteweyên Yekbûyî Fou Kong civiya, nûnerê Çînê dubare tekezî li ser yekîtiya Sûriyeyê kir.

“Jinên Rojava jêhatî ne”

Wê lêkolera Çînî ku şarezaya gelek aliyên civaka Kurdan e ji Rûdawê re got:

“Şoreşa jinên Rojavayê Kurdistanê ne tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê bû lê ji bo tevahiya cîhanê ye.

Ew jinên jêhatî, azad û karker in. Di paşerojê de lêkolînên zêdetir li ser sîstema perwerde û fêrbûnê li Rojavayê Kurdistanê dikim."

Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Pekînê Mehdî Ferec jî behsa zaniyariyên Çîniyan li ser Kurdan kir û got ku gelek kêm ji Çîniyan Kurdan nas dikin, hinek ji wan bi xirabî zaniyarî li ser Kurdan hene, ji ber sansûra li ser înternetê zêde ye, lewma bidestxistina zaniyariyan li ser Kurdan zehmet e.

Niha nêzîkî 12 xwendekarên Çînî li ser Kurdistanê dixwînin, tenê çar pirtûk li Çînê li ser Kurdan hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst