Keçeke Rojavayê Kurdistanê di beşa endazyariya peywendî û elektronîk de yekem derket

29-05-2023
RÛDAW
Keçeke Rojavayê Kurdistanê di beşa endazyariya peywendî û elektronîk de yekem derket
Keçeke Rojavayê Kurdistanê di beşa endazyariya peywendî û elektronîk de yekem derket
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistanê, xwendekara ji Rojavayê Kurdistanê Roz Omer di beşa endazyariya peywendî û elektronan de yekem derket.

Roz Omer li Zanînegha Amerîkî li Duhokê di beşê Endazyariya Peywendiyan û Elektronîk de yekemîn derket.

Duh merasîma derçûna xwendekaran birêve çû, Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî têde beşdar bûn û dîploma pêşkêş 153 xwendekaran kirin.

Roz Omer a ku ji gundê Gir Kendal yê Koçeran e, niha li Kampa Domîz a penaberên Rojavayê Kurdistanê li Duhokê dimîne beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa kar û xebatên xwe kir.

Derbarê serdan xwe de Roj Omer got: “Ji bo her serkevtineke pêwîstî bi îdareyeke bihêz heye. Carna rojê 3-4 saetan dixebitîm. Bi rastî ez gelek li ser xwendina xwe sekinîm, lê min xwe ji her tişt jî qut nekir û carnan derdiketim û digeriyam. Malbata min jî ez her tim han didam ku bixwînim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst