Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd: Em dê siyaseta mêrperest biguherînin

29-05-2025
Abdulselam Akinci
Nîşan Yekemîn Konferansa Parlamenterên Jin Amed Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 1emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd li Ameda Bakurê Kurdistanê hat lidarxistin.

Konferans bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a hat lidarxistin.

Konferansê du rojan dewam kir û bi giştî 120 parlamenterên jin ên berê û niha yên ji Parlamentoya Herêma Kurdistanê û parlamenterên DEM Partî û DBP û yên partiyên din tevlî konferansê bûn.

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulîstan Kaçmaz Sayyigîtê di konferansê de got:

"Bi şiyara 'jin siyaseta demokratîk dimeşînin û civaka demokratîk ava dikin' em îro li vir kom bûne.

Em jinên Kurd ên parlamenter ji bo yekîtiya gelê Kurd, ji bo yekîtiya jinên Kurd em dê xebateke du rojan bimeşînin.

Di dîroka jinên Kurd de ev konferansa yekemîn e ku em li vir lidar dixin."

“Armanca konferansê guherîna siyaseta mêrperest e”

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneşê jî wiha got:

"Em wekî jinên Kurd, parlamenterên Kurd ji bo siyaseta ku bi zimanê mêrperest tê kirin biguherînin rêxistina xwe xurt bikin û her wiha ji bo di parlamentoyên çar perçeyên Kurdistanê de zimanek yekhev ava bikin, me ev konferans lidar xist.

Em têdikoşin ku li hemberî pergala mêrperest bisekinin û ji bo nasnameya Kurdî xebatê bikin."

Leyla Zana: Biratî divê dualî be

Siyasetmedar Leyla Zana jî yek ji beşdarên konferansê bû. Zanayê di gotara xwe de amaje bi proseya çareseriyê kir û ji bo silametiya vê pêvajoyê banga biratiya dualî kir û got

"Heke guh dabana jinan belkî dê îro cîhan di nav ewqas alozî, şer û pevçûn û kuştinan, qewirandin û koçberiyê de nebûya.

Ti kesî guh neda jinan. Me wê rojê jî biratî xwestibû, em îro jî xwîşk û biraiyê dixwazin. Gerek dualî be, bi yekalî ti tişt naçe serî."

“64 parlamenterên jin ji Herêma Kurdistanê tevlî konferansê bûn”

Ji Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî 64 parlamenterên jin ên berê û xula niha di konferansê de amade bûn.

Parlamentera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Îman Ebdurezaq Mihemedê jî wiha got:

"Em careke din hewl didin ku bibin heywvanê aştî û demokrasiyê û xewnên miletê Kurd bînin cih. Belkî ne di vê qonaxê de, dibe ku di qonaxên pêş de pêk were, em vê dixwazin."

Daxwaza bernameya hevbeş a parlamenteran

Parlamentera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Vîdet Hemayê jî got: "Ez dixwazim ku jin li her çar perçeyên Kurdistanê li parlamentoyan bin û bernameya wan hebe. Li gel aştiyê ez daxwaza vê yekê dikim."

Di konferansa ku du rojan dewam kir dedi siyasetê de rola jinên Kurd hat gotûbêjkirin, rêgiriyên ji bo tunditûjiya li dijî jinan hat axaftin û ji bo çareseriya pirsa Kurd amaje bi girîngiya rola jinan hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst