Balyozê Romanyayê: Rûdaw yek ji çavkaniyên herî baş ên nûçeyan e

29-05-2025
RÛDAW
Balyozê Romanyayê yê Îraqê Radu Octavian Dobre /Wêne: Rûdaw
Balyozê Romanyayê yê Îraqê Radu Octavian Dobre /Wêne: Rûdaw
Nîşan Rûdaw Romanya Radu Octavian Dobre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Romanyayê yê Îraqê Radu Octavian Dobre pesnê Rûdawê da û ogt, "Rûdaw li Îraqê yek ji çavkaniyên sereke yên nûçeyan e."

Tora Medyayî ya Rûdawê 29ê Gulana 2013an bi televîzyon, radyo û medyaya dîjîtal dest bi weşanê kir.

Îro 12emîn salvegera damezirandina Tora Medyayî ya Rûdawê ye.

"Rûdaw yek ji çavkaniyên herî baş ên nûçeyan e"

Balyozê Romanyayê yê Îraqê Radu Octavian Dobre ji bo 12emîn salvegera weşana Tora Medyayî ya Rûdawê di peyamekê de pîrozbahî li Rûdawê kir.

Radu Octavian Dobre di peyamê got: "Rûdaw li Îraqê yek ji çavkaniyên sereke yên nûçeyan e.

Em wekî balyozxane, Rûdawê ji bo nirxandina rojane ya rojnamegeriya xwe wekî yek ji çavkaniyên sereke yên agahiyan dihesibînin.

Min têbînî kiriye ku Rûdaw her dem mijarên balkêş hene, ne tenê wekî nûçe, lê her wiha wekî şirove jî.

Ez Rûdawê han didim ku bi vî rengî bimîne çimkî ez bawer dikim ku li Îraqê yek ji çavkaniyên herî baş ên nûçeyan e."

Derbarê rewşa azadiya rojnamegeriyê de, Balyoz Dobre ku berê karê rojnamegeriyê kiriye, amaje pê kir:

"Ez berê rojnameger bûm, ji ber vê yekê ez piştgiriya azadiya derbirînê û azadiya rojnamegeriyê ya li her welatekî dikim. 

Bê guman niha wekî balyozekî ez nikarim bi awayekî rast nirxandinê ji bo rewşa rojnamegeriyê ya li Îraqê bikim, lê hejmareke zêde ya rêxistinên navneteweyî hene ku vî karî dikin, divê em li axaftinên wan binêrin û gavan biavêjin, eger pêwîst be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst