Pizîşkekî li Rihayê: Min biryar da dîploma xwe biqetînim û karekî din bikim

29-06-2022
Ferdî Sak
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Riha Êrîş Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şeymus Baraş ew pizîşkê ku roja 28ê Hezîranê li nexweşxaneyeke taybet a navçeya Wêranşar a Rihayê ya Bakurê Kurdistanê rûbirûyî tûndûtîjiya kesûkarên nexweşekî bûye. Bi gotina wî di navbera wî û kesûkarên nexweş de li ser mijara bîmeyê nîqaş derketiye, lê piştî demekê 5-6 kesan êrîşî wî kirine û li wî dane. Wî jî piştî bûyerê biryar daye ku dest ji karê xwe berde.

Şeymus Baraş anî ziman, “Hewil dan min lînc bikin û ev yek bo demê 4-5 deqeyan berdewam kir. Piştî vê yekê ez ji ser xwe ve çûm.Piştî bûyerê ez çûm nexweşxaneyê û min rapora lêdanê wergirt û derbarê wan kesan de gilî tomar kir. Di demjimêr 5 kêm 5ê de hat ragihandin ku ew kes  cardin bi mercê kontrola dadî  hatine berdan.  Ema min ev nûçe dît ez ji wê êrîşê bêhtir rûbirûyî travmayê bûm. Divê ev mijar demildest bê çareserkirin. Li şûna ku ez bi tirsa ku dê careke din rûbirûyî êrîşekê bibim min biryar da ku ez dîplomaya xwe biqetînim û karek din bikim.”

Têkildarî bûyerê 3 kesên êrîşker  hatin destserkirin  û bi biryara dozger bi mercê kontrola dadî careke din hatin berdan. Lê li ser nerazîbûna Wezîrê Tendirustî yê Tirkiye Fahrettîn Koca ya li ser medya civakî careke din hatin destserkirin.

Hevkarên Şeymus Baraş jî  derbarê  tûndûtîjî û êrîşa li beramber wî de  bi çalakiyekê nerzabûn nîşan dan û ji aliyê peywendîdar daxwaz kirin ku karmendên tendirûstî bi yasayê bên parastin.

Pizîşk got, “Em dixwazin pirs bikin ku ev bûyerên bi vî rengî yên ku weke  kontrolnekirina  hêrsbûnê tên ragihandin, çima li navendên ewlekariyê, li dadgeh, parêzgarî yan jî di odeya dozgerekê de çênabin. Ji ebr ku em dizanin eger li vir bên kirin ka dê çi bibe.”

Li gor amarên Sendîkaya Karmendên Xizmeta Civakî û Tendirûstiyê di sala 2021ê de li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 316 karmendên tendirûstiyê li ser karê xwe rûbirûyî êrîşa nexweş yan jî kesûkarên wan bûne ku 92 ji wan pizîşk, 59 perestar, 50 zêrevanên nexweşxaneyan, 46 karmendên ambulasê û 69 jî karmendên din ên tendirûstiyê ne. Di van keysan de derbarê 124 êrîşkeran bi ti awayî karûbarên yasayî nehatine kirin û 135 êrîşkerên hatine destserkirin jî careke din hatine berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst