Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê bûyera şewitandina Qurana pîroz a li Swêdê de peyamek belav kir û ev bûyer şermezar kir.
Duh di yekem roja Cejna Qurbanê de, welatiyekî Iraqî yê bi navê Salwan Momîka li ber mizgefta Stockholma paytexta Swedê di bin tedbîrên tund ên polîsên wî welatî de, Quran, pirtûka pîroz a Misilmanan şewitand.
Ew bûyer bû sedema nerazîbûn û bertekên tund di nav welat û civakên Misilman de û ew kiryar hat şermezarkirin.
Derbarê wê bûyerê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî jî îro peyamek belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ku li ser Twitterê belav kiriye, wiha dibêje: “Ez şewitandina Qurana Pîroz şermezar dikim. Ez daxwaz dikim ku li her derê rêz ji hemû pirtûkên pîroz re bê girtin û rê li têkdana pêkvejiyanê bê girtin.”
Piştî ku polîsê Swêde destûr da, welatiyê Iraqî yê bi navê Salwan Momika yê 37 salî, duh Çarşemê di yekem roja cejna Qurbanê de li ber mizgefteke bajarê Stockholmê Quranê şewitand.
Salwan Momika yê 37 salî ku çend sal berê ji Iraqê reviyabû Swêdê, ji polîsê Swêdê destûr xwestibû ku pirtûka pîroz a misilmanan Quranê bişewitîne "ji bo ku nêrîna xwe ya derbarê Quranê de diyar bikim".
Beriya şewitandina Quranê, Momika ji ajansa nûçeyan TT re got ku ew jî dixwazin balê bikişîne ser girîngiya azadiya ramanê û gotibû "Em dê Quranê bişewitînin. Em dê bibêjin 'Swêd şiyar bibe`. Ev demokrasî ye. Ger ji me re bêjin em nikarin vê yekê bikin, dê (demokrasî) bikeve metirsiyê."
Herwiha Momîka gotibû, “Em ne li dijî Mislimanan, li dijî ramanên wan şer dikin. Em ne li dijî misilmanan in, em li cem wan in.”
Salwan Momika di bin ewlehiyeke tund a polîsan de li ber mizgefta sereke ya Stockholê Quran şewitand.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse