Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çildirê ya parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê barhilgirek û otomobîlek li hev qelibîn.
Di qezayê de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Derengiya şeva borî li ser rêya Çildir û Qersê barhilgirek û otomobîlek li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê polîs, tîmên tenduristiyê û AFADê çûn cihê bûyerê.
Dema tîm gihiştîn cihê bûyerê derket ku 2 kes li cihê bûyerê mirine û 2 kes jî birîndar bûne.
Tîman birîndar bi ambûlansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê.
Tîman cenaze jî birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Çildirê.
Derbarê rewşa tenduristiyê ya birîndaran ti zanyarî nehatine belavkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse