Lêpirsîna derbarê Şaredariya Mêrdînê de berdewam e

29-07-2020
RÛDAW
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin
Nîşan Şaredariya Mêrdînê Gendelî Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, dema du mehan e derbarê pirsa gendeliyê de lêkolînek hatiye destpêkirin û heta niha jî berdewam e.

Piştî ku Parêzgarê Mêrdînê Mahmut Demirtaş bi biryara Wezareta Navxwe wek qeyûm li şûna Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mustafa Yaman hat danîn ku 19ê Tebaxa 2019ê ew wek qeyûm li cihê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk hatibû danîn, li wê şaredariyê lêpirsînek derbarê gendeliyê û kesên tevlî bûne de hatiye destpêkirin.

Piştî lêkolînên ku ji aliyê pişkînerên Dozgeriya Giştî ya Mêrdînê û Wezareta Navxwe ve hatine kirin, 16 berpirsên paye bilind ên şaredariyê ji kar hatine dûrxistin ku sekreterê giştî û serokên çend fermangehan jî di nav wan de ne.

Roja Sêşemê 28ê Temûza 2020ê jî li ser daxwaza Dozgeriya Giştî ya Mêrdînê, bi tohmeta wergirtina bertîlê, pêkanîna karên neyasayî, xiztina ser zîmetê û gendeliyê 10 kes ji aliyê tîmên Şûbeya Rûbirûbûna Qeçaxçîtî û Tawanên Organîzekirî ser bi Rêveberiya Polîsên Mêrdînê ve hatin desteserkirin ku çend rêveberên paye-bilind di nav wan hene.

Li gor medya Tirkiyê, hejmarek kesên tevlî wê dosyeyê bûne ew karbidest in ku piştî yekem car di Mijdara 2016ê de qeyûm bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat danîn, li wê şaredariyê hatine damezrandin.

Meral Daniş Beştaşç Wekîla Serokê Fraksyona HDPê dibêje, “Cîbicîhkirinên qeyûm roj bi roj metirsiyên wan zêdetir dibin. Pişkînerên Dozgeriya Giştî ya Mêrdînê û Wezareta Navxwe raportek eşkere kirin. Wek di zanin derbarê parêzgarê berê Mustafa Yaman de, wiha bizanim hejmara wan berpirsên hatine dûrxistin gehişte 16 kesan rasterast dibêjin, ew diz in, ew bertîlxwer in, wan gendelî kirine. Pişkînerên wan vê dibêjin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 31ê Adara 2019ê di hilbijartinên şaredariyan de, 3 şaredariyên bajarên mezin, 5 bajar, 45 bajarok û 12 beldeyan bidesxistin û bû xwediyê 65 şaredariyan. Her ji destpêkê ve belgeya karkirinê bo 6 şaredarên HDPê nehat dayîn, ew 59 şaredariyên ku man jî qeyûm bo 47 şaredariyan hatine danîn, serokên 2 şaredariyan jî ji aliyê HDPê ve hatin dûrxistin. Bi vêna jî ji 65 şaredariyan ku bi rêya dengdanê bidestx xistibûn tenê 10 şaredarî di destê HDPê de mane.

Ne tenê li Mêrdînê lê li beşeke zêde ya wan şaredariyên Bakurê Kurdistanê ku ji aliyê qeyûman ve tên birêvebirin, xelk ji karê şaredariyan nerazî ne û bi gendelkariyê tên tohmetbarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst