Hewlêr (Rûdaw) - Kesekî ku li Mêrsînê, stanbêjek kuştibû, li Herêma Kurdistanê di encama operasyoneke hevbeş a Asayîşa Kurdistanê û Înterpola Tirkiyê de hat girtin.
Li bajarê Mêrsîn ê Tirkiyê 17ê Berfanbara 2010an, kesê bi navê Metîn Baydar li bareke wî bajarî, daxwaz ji stranbêjê barê yê bi navê Sarp Ozturk kiribû ku bi Kurdî jî stranekê bibêje, lêbelê wî stranbêj gotibû ew bi Kurdî nizane û daxwaza wî bicih nekiribû. Baydar jî li gel biraziyê xwe ji barê derket.
Metîn Baydar piştî demjimêrekê careke din vegeriya barê û gule li stranbêj Sarp Ozturk, gîtarîst Goktay Okçu û garson Ramazan Koç reşand.
Di encama wê êrişê de stranbêj Ozturk ku zewicî bû û zarokek wî hebû li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û ew herdu kesên din jî birîndar bûn.
Kesê êrişkar Metîn Baydar jî piştî encamdana êrişê, ji cihê bûyerê redive, lêbelê birazayê wî yê bi navê Şeref Polad û kesê bi navê Halîl Onder, bi tohmeta alîkariya Baydar hatin girtin.
Roja 29ê Gulana 2012an dadgehê 17 sal û 9 meh ceza li Polad û 3 sal jî li Onder birîn. Dosyeya Metîn Baydar jî ji wê dosya berê hat veqetandin û bo girtina wî derbarî wî de bûltena sor hat derxistin.
Di encama lêkolînan de piştî bi salan, cihê Metîn Baydar li Herêma Kurdistanê hat tespîtkirin. Piştî tespîtkirina cihê wî Asayîşa Herêma Kurdistanê di encama operasyoneke hevbeş li gel Înterpola Tirkiyê, Bayar di mala ku lê dima de girt.
Metîn Baydar bo Tirkiyê hat veguhastin û li Enqereya paytexta wî welatî, hat dadgehkirin û biryara girtina wî hat dayîn.
Hat zanîn ku dadgehkirina Baydar di rojên pêş de dê li bajarê Mêrsîn ê Tirkiyê berdewam bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse