Termê mamostayê winda di çem de hat dîtin

29-12-2024
RÛDAW
Nîşan Sabît Bulbul Mamoste Term Erzirom
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, termê mamostayê ku beriya çend rojan winda bûbû di Çemê Avareş de hat dîtin.

Li gorî agahiyan, Sabît Bulbul ê 39 salî yê li gundê Tivnigê yê navçeya Yaqutiyê li Dibistana Îmam Hatîp mamoste, 26ê Kanûna Pêşîn a 2024ê winda bû.

Ji wê demê ve tîmên Reveberiya Rewşên Bilez û AFADê li wî digeriyan.

Otomobîla Sabît Bulbul doh li navçeya Aşkelehê li nêzîkî Çemê Avareş hat dîtin.

Piştî wê tîman di nava çem de dest bi lêgerînê kir.

Termê Sabît Bulbûl îro di nava çem de hat dîtin.

Tîmên tenduristiyê piştî pişkinînên destpêkê, ji bo otopsiyê termê Sabît Bulbul veguhast Saziya Tiba Dadî ya Erziromê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Qezayeke li Rojhilat / Wêne: Ajansên din

Li Urmiyeyê 4 kes di qezayan de mirin

Îsal li Îranê ji 21ê Adarê heta 21ê Îlonê di qezayên trafîkê de 10 hezar û 414 kes mirine û 202 hezar û 145 kes jî birîndar bûne