Li Sirûcê Cejna Christmasê: Noel Babayan govend gerand

1 demjimêr berê
Ferdî Sak
Nîşan Sirûc Cejna Christmasê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê Cejna Christmasê bi şahiyeke rengîn hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de "Noel Baba"yan govend gerand û diyarî li zarokan belav kirin.

Li seranserê cîhanê pîrozbahiyên Cejna Christmasê dest pê kirin û wekî her sal, îsal jî li navçeya Sirûcê ya Rihayê pîrozbahiyek hat lidarxistin.

Nêzîkî 300 kes beşdarî bernameyê bûn û Keşeyê Dêra Rihayê Mustafa Ekrem Polatsoy jî di nav beşdaran de cihê xwe girt.

Dia ji bo aştî û biratiyê

Pîrozbahiya li Sirûcê bi diayan dest pê kir.

Di diayan de hat xwestin ku Cejna Christmasê ji bo hemû cîhanê bibe wesîleya hezkirin, aştî, biratî û aramiyê.

Keşeyê Dêra Rihayê Mustafa Ekrem Polatsoy piştî diayan, derbarê jidayikbûna Îsa Mesîh çend beş ji Încîlê xwendin û li ser wate û girîngiya rojê axivî.

Li ber stranên Kurdî govend gerandin

Piştî axaftinan, beşdaran bi îlahî û stranên Kurdî û Tirkî bi coşeke mezin govend gerand.

Dîmenên "Noel Baba"yan ên ku li ber muzîkê govend digerandin, baleke mezin kişand ser xwe.

Diyarî dan zarokan

Noel Babayan di dawiya pîrozbahiyê de, diyariyên curbicur li zarokan belav kirin.

Keşeyê Dêra Rihayê di daxuyaniya xwe ya ji bo Rûdawê de diyar kir ku wan îsal di nav rewşeke aram de pêşwazî li Cejna Christmasê kiriye û hêvî kir ku ev cejn bibe sedema aştî û biratiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst