Li Bendava Tişrînê êriş: 3 şervan birîndar bûn

29-12-2025
RÛDAW
Ala HSDyê\ Wêne: Arşîv
Ala HSDyê\ Wêne: Arşîv
Nîşan Bendava Tişrînê HSD Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku komên ser bi hikûmeta Şamê ve êrişî derdora Bendava Tişrînê kir.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, êriş îro saet 16:00an pêk hatiye.

Hat diyarkirin ku komên girêdayî hikûmeta Şamê ve bi top û çekên giran derdora wargeha Bendava Tişrînê kiriye armanc.

HSDyê eşkere kir ku di encama êrişê de 3 şervanên wan birîndar bûne.

Bendava Tişrînê ku 90 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Helebê ye, di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Bilindahiya bendavê nêzîkî 40 metre ye û xwedî 6 turbînên karebayê ye.

Kapasîteya hilberîna bendavê 630 megawatt kareba ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst