Qamişlo (Rûdaw) - Di nav dûmana şer û koçberiyê de, tîmeke xwebexş a Amerîkayî li Rojavayê Kurdistanê hewl dide dilê zarokan xweş bike.
Rêxistina "Free Burma Rangers" (FBR) ku bi salan e li herêmên cuda yên cîhanê û Kurdistanê karên mirovî dike, vê carê ji Qamişloyê peyameke mirovî ya dûrî siyasetê dide.
Ew teqez dikin ku tevî metirsiya dron û êrişan jî ew dê li cem Kurdan bimînin.
Li dibistaneke bajarê Qamişloyê, tîmê çalakiyên dans û lîstikan ji bo zarokan organîze kirin da ku wan ji xema koçberiyê û bêmalîbûnê hinekî dûr bixin.
Serokê tîmê Zachariah Alan Kier derbarê xebatên wan de got, "Em li vir amadekariya xebatên li herêmên şer dikin da ku bi rêya tîmên xwe yên bijîşkî alîkariyê bidin kesên di nav şer de mane û wan veguhêzin nexweşxaneyan.
Her wiha em ji bo gihandina alîkariyên mirovî yên ji bo koçberên li seranserê Rojavayê Kurdistanê bi hevparên xwe re hevahengiyê dikin."
"Êrişkirina ser ambûlansan hêsantir bûye"
Tîm ji 25 kesan pêk tê ku 17 ji wan Amerîkayî ne. Ev tîm ji sala 2014an ve her sal serdana Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê dike.
Di vê serdanê de biryar e ew mehekê bimînin. Dabeşkirina xwarinê, çalakiyên taybet ên ji bo zarokan û dermankirina birîndarên li eniyên şer karên wan ên sereke ne lê vê carê gihîştina herêmên şer ji bo wan zehmet e.
Bijîşkê xwebexş Sky Barkley bal kişand ser metirsiyên nû û wiha pê de çû:
"Bi derketina dronan re karê me gelekî guherî çimkî niha di destê her kesî de dron hene û ji bo aliyan êrişkirina ser ambûlansan gelekî hêsan bûye.
Em dizanin ku gelek komên çekdar ên li vê herêmê guh nadin sûcên şer. Sala 2019an di dema êrişa Tirkiyeyê de yek ji endamên me li nêzîkî Til Temirê hat kuştin.
Em metirsiyan fêm dikin lê ev beşdariyeke mirovî ya biqîmet e. Em dê werin vir da ku li cem xelkê Rojava bisekinin."
Armanc gihîştina Kobaniyê ye
Endamên rêxistinê rojane serdana kampên koçberan dikin û armanca wan a sereke gihîştina bajarê Kobaniyê ye ku niha di bin dorpêçeke giran de ye.
Birêvebirê herêmî yê rêxistinê Dilşad Adil jî diyar kir: "Armanca me ew e ku em korîdoreke mirovî ji bo bajarê Kobaniyê vekin."
Tevî ku xelkê herêmê van rojan ji ber polîtîkayên Washingtonê ji Amerîkayê bi gazinc in, ev tîma xwebexş dixwaze nîşan bide ku ew dê pişta Kurdan bernedin.
Ev xebat di demekê de ne ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şamê li ser tevlîbûnê li hev kiriye.
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, di şerê dawî de nêzîkî 100 hezar kes koçber bûne ku piraniya wan Kurd in.
Lihevkirina Şam û HSDyê soz dide ku malbatên koçber bi ewlehî vegerin malên xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse