Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî agahiyên ku polîsan dane Rûdawê, li Kerkûkê 2 mûşek ketine xwarê.
Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Nûrî ji Rûdawê re eşkere kir ku mûşekek li Balafirgeha Leşkerî ya Kerkûkê ketiye û ya din jî li Taxa Erûbeyê li banê xaniyekî ketiye.
Li gorî agahiyên destpêkê ti ziyanên canî çênebûne.
Amir Nûrî da zanîn ku derbarê bûyerê lêkolînê dest pê kiriye da ku çavkaniya avêtina mûşekan û armanca êrişê were zanîn.
“Du mûşek ketine”
Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Ebdulah Mîrweys jî ji Rûdawê re axivî û got:
"Li gorî agahiyên destpêkê, du mûşek ketine, yek li Taxa Erûbeyê û ya din li Balafirxaneya Kerkûkê."
Mîrweys destnîşan kir ku "Heta niha çavkanî û aliyê ku mûşek jê hatine avêtin ne diyar in."
#VÎDEO - Li Kerkûkê dengê teqînan hat bihîstin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 30, 2025
🛑 Li gorî agahiyên ku polîsan dane Rûdawê, mûşekên Katyuşa li nav Balafirgeha Leşkerî ya Kerkûkê ketine pic.twitter.com/CNICeDpedD
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse