HISÎÇA - Bêaviyê pişt li xelkê şikandiye

30-06-2025
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Hisîça Santrala Elokê Krîza Avê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hisîçayê (Hesekê) yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê krîzeke avê heye ku bi salan e berdewam dike.

Bêhtirî 5 sal û nîvan e Hisîça û gundewarê wê ji ber kêmbûn û nebûna avê dinalin.

Krîza avê li wan deveran yek ji pirsgirêkên herî mezin e.

Ev pirsgirêk di jiyana rojane ya xelkê de û bi taybetî jî di vê kelegerma havînê de ku 40 pileyî derbas dike dibe pirsgirêkeke gelekî diyar û darîçav.

Ji bo ku ev pirsgirêk were çareserkirin pêdivî bi ava Santrala Elokê heye lê ji ber ku ew santral di destê çekdaran de ye Rêveberiya Xweser nikare pirsgirêkê safî bike.

Rêxistinên mirovî jî bi awayekî gelekî hindik ji bo peydakirin avê alîkariyê dikin.

Şêniyên taxên Hisîçayê jî li benda Rêxistina Heyva Sor a Sûriyeyê ne da ku hinek av ji wan re were.

Bi sedema kêmbûna ava binê erdê bîrên avê ziwa bûne û av bi zehmetî peyda dibe.

Ava ku peyda jî dibe gemarî ye û ne pak û paqij e. Kils jî di nav de ye û êdî bi kêrî vexwarinê jî nayê.

Xelk neçar e avê bi sîtêr û tankeran bikire lê bi giştî ew av ne pak e û dibe sedema gelek nexweşiyan.

Piştî ku Serê Kaniyê û Girê Spî ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve hatine dagirkirin (Çiriya Pêşîn a 2019an) ava Santrala Elokê ji ser Hisîça û gundên wê hatiye birîn.

Ev yek bandoreke gelekî neyînî li jiyana xelkê dike û jiyan roj bi roj zehmettir dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst