Hewlêr (Rûdaw) - Asayişa Germiyanê ya ser bi Asayişa Herêma Kurdistanê ve ragihand, hêzên wan “4 terorîstên DAIŞê” li Silêmanî, Germiyan û Raniyeyê girtine.
Rêveberiya Asayişa Germiyanê îro Yekşemê 30ê Tebaxa 2020 daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, di berdewamiya lêkolîn û çavdêrîkirina “liv û tevgerên terorîstan” û hewldanên hêzên dezgeha Asayişê de, Asayişa Germiyanê hin zanyarî li ser grûpeke terorîstên çekdarên DAIŞê bidestxistin, ku li gor van zanyariyan, ew çekdar derbasî hin navçeyên Germiyanê û Herêma Kurdistanê bûne û xwe veşartine.
Asayişa Germiyanê dibêje, piştî lêkolînan û bidestxistina zanyariyan, wan liv û tevgerên “terorîstan” xiste jêr çavdêriyê û belgeyên temam hatin komkirin û “piştî biryara dadwer, bi biryara Serokê Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê, operasyona girtina wan hat destpêkirin.”
Li gor daxuyaniyê, roja 13ê Tîrmeha 2020 li nahiyeya Serqela, terorîstê bi navê I.W hat desteserkirin kiu 27 salî ye û li gor îtîrafên wî bi xwe, di sala 2014 de wî li bîet daye DAIŞê û li navçeyên Uzêm, Selaheddîn û Hewîceyê çekdarê DAIŞê bûye û beşdarî di encamdana çendîn tawanên dijî mirovahiyê de kiriye.
Asayişa Germiyanê diyar kiriye, ku roja 17ê Tîrmeha 2020 jî terorîstê bi navê S.S ê 34 salî hatiye girtin ku li gor îtîrafên wî bi xwe, wî di destpêka derketina DAIŞê de bîet daye wê rêxistinê û çekdarê ketîbeya Ebdurehman bin Rebîe bûye û li sînorê Uzêm bûye.
Di daxuyaniyê de tê gotin, her di roja 17ê Tîrmeha 2020 de bi hevkariya operasyona asayişên Silêmanî û Raperînê, li ser heman belge û zanyariyan, di operasyonekê de li sînorê Raniyê terorîstê bi navê X.S ê 47 salî hat girtin, ku têkiliya wî ligel heman grûpa terorîstî ve hebû û weke çekdarê DAIŞê beşdar bûye di çendîn bûyerên terorîstî yên li navçeya Uzêm de.
Asayişa Germiyanê destnîşan dike, her li nahiyeya Serqela hêzên wan di roja 20ê Tîrmeha 2020 de terorîstê bi navê M.W desteser kirin, ku bîet daye DAIŞê û pêdawîstiyên locestîk ji çekdarên DAIŞê re dabîn kiriye û di tevgerên wan û cîbicîkirina karên wan de alîkariya wan çekdaran kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse