Hewlêr (Rûdaw) - Îro serê sibêhê bi vebûna bazarên cîhanê re bihayê onseke zêr rekora 3 hezar û 865 dolarî şikand û bi vê yekê re di nava 14 salên dawî de meha xwe ya herî baş tomar kir.
Bihayê zêr niha li gorî tevahiya dîroka xwe di asta herî bilind de ye.
Bendewariyên ji bo kêmkirina zêdetir a rêjeya faîza bankê li Amerîkayê û îhtimala girtina hikûmeta Amerîkayê wekî sedemên sereke yên bihabûna zêr tên destnîşankirin.
Girtina hikûmeta Amerîkayê tê wateya ku ti yasayeke di meriyetê de namîne ku îdareya Trump bikaribe pereyan ji budceya federal xerc bike û divê Kongreya Amerîkayê yasa û rênimayên nû derxîne.
Bihayê onseke zêr ji sedî 0,5 bilind bû û 3 hezar û 866 dolar jî derbas kir.
Di peymanên pêşerojê de bihayê zêr 3 hezar û 877 dolar jî tomar kiriye.
"Îhtimala girtina hikûmetê daxwaza li ser zêr zêde kiriye"
Şirovekarê payebilind ê kompanyaya şêwirmendiyê (KCM Trade) Tim Watêrêr got, "Îhtimala girtin ango 'shutdown'a hikûmeta Amerîkayê sîbera xwe avêtiye ser bazaran û daxwaza ji bo kirîna zêr zêde kiriye."
Ew şirovekar bawer dike ku îhtimaleke mezin heye bihayê zêr heta dawiya îsal bigihîje asta 4 hezar dolarî.
Li gorî wî, kêmkirina rêjeya faîza bankê jî dê bi berdewamî piştgiriyê bide bihayê zêr.
Nakokiya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Demokratan de îhtimala girtina hikûmeta Amerîkayê heta roja çarşemê zêde kiriye.
Ti pêşketinek ji bo fînansekirina hikûmeta Amerîkayê di dan û standinên navbera Komarî û Demokratan de bi dest neketiye.
Girtina hikûmeta Amerîkayê dikare xizmetên giştî rawestîne û di nav bazaran de aloziyê derxe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse