Hewlêr (Rûdaw) - Li çoltera bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê 2 kes bi guleyên cendirmeyên Tirkiyeyê hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyên Rêveberiya Xweser ragihand, 5 kesan hewl daye ji gundê Metleyê yê rojhilatê Serê Kaniyê sînor derbas bikin.
Hat ragihandin ku di encamê de 2 ji wan bi guleyên cendirmeyan hatine kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.
Li gorî heman çavkaniyan, rayedarên Tirkiyeyê nehiştiye ku birîndar ji bo Bakurê Kurdistanê werin veguhastin û li gorî zanyariyan rewşa tenduristiya wan ne baş e.
Her wiha hat zanîn ku termên her du kuştiyan jî li Nexweşxaneya Niştimanî ya Serê Kaniyê ne.
#VÎDEO - Li Serê Kaniyê 2 kes ji aliyê cendirmeyên Tirkiyeyê ve hatin kuştin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 30, 2025
Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê 2 kes bi guleyên cendirmeyên Tirkiyeyê hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn#Rojava pic.twitter.com/BQ6C3hiCfm
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse