Hewlêr (Rûdaw) - Cemîl Hewramî dibêje, Lahûr Şêx Cengî nameyek ji Bafil Talebanî re şand û ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera aliyan de daxwaza civînekê kir.
Serokê Komeleya Pêşmergên Dêrîn Cemîl Hewramî îro beşdarî bultena demjimêr 12.00 a Rûdaw TVyê bû û behsa pirsgirêkên navxwe yên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û bûyera jehrîkirina çend serkirdeyên wê partiyê kir.
Cemîl Hewramî ku serkirdeyekî YNKê ye, li ser rewşa Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê Mela Bextiyar ku hatibû jehrîkirin, got, ew li gell Bextiyar axiviye û rewşa tendirustiya wî baş e û heta du hefteyên din vedigere Herêma Kurdistanê.
Di vê heyama dawî de çend berpirsên YNKê ji bo pişkinînê derketin derveyî welat û li gor encama pişkinînan û çavkaniyên agahdar ên nêzikî wan, Mela Bextiyar û Westa Hesen ku rêveberê berê yê Asayişa Silêmaniyê bû û serkirdeyekî YNKê ye, hatine jehrîkirin.
Hevserokê YNKê Bafil Talebanî berî niha ragihandibû, belge û delîl di destê wî de hene ku ew hatiye jehrîkirin û sîxurek jî di mala xwe de girtiye. Cemîl Hewramî dibêje, “Jibilî wan ti serkirdeyekî din nehatiye jehrîkirin.”
Çavkaniyekî nêzikî Mela Bextiyar îro, ji Rûdawê re ragihand, “Belgeyên destpêkê nîşan didin ku ev demek e Mela Bextiyar hatiye jehrîkirin, ne karê 2-3 meh e.”
Serokê Komeleya Pêşmergên Dêrîn Cemîl Hewramî li ser vê yekê jî dibêje, “Jehrîkirina wan serkirdeyên YNKê peywendî bi hev nîn e û her yek ji wan di dem û cihên cuda de bûne.”
Li ser pirsgirêk û nakokiyên navxwe yên YNKê jî Cemîl Hewramî dibêje, Hevserokê YNKê Lahûr Şêx Cengî demek berî niha nameyek ji hevserokê din ê partiyê Bafil Talebanî re şand ûm daxwaz jê kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan civînekê saz bikin.
Li aliyê din mijara jehrîkirina berpirsên YNKê piştî bûyerên 8ê Tîrmehê, bûye rojev, taybet jî piştî ku Hevserokê YNKê Bafil Talebanî got, belgeyên wî hene ku hevserokê din ê partiyê Lahûr Şêx Cengî ew jehrî kiriye û gotibû, ew dê belgeyan jî eşkere bike.
Pisporê kîmyayî Dr. Serdar Nûrî duh ji Rûdawê re ragihandibû, ji wê madeya ku Mela Bextiyar pê hatiye jehrîkirin tê gotin cîwe û çend karîgeriyên neyînî li ser mirov dihêle. Serdar Nûrî gotibû, “Karîgerî li ser hemû sîstema laş heye, xewê direvîne, pîst diguhere û nefeswergirtinê tund dike, lê ev dikeve ser wê rêjeya hatiye wergirtin.”
Çavkaniyekî nêzikî Hesen Nûrî ku wek Westa Hesen tê naskirin û rêveberê berê yê asayişa Silêmanî bû û niha Endamê Serkirdayetiya YNKê ye, ji Rûdawê re ragihandibû, çend nîşanek li tendirustiya Hesen Nûrî derketine û ji bo pişkinînê serdana Almanyayê kiriye û diyar bûye ku hatiye jehrîkirin.
Li gor zanyariyên Rûdawê, Mela Bextiyar roja 20ê vê mehê Herêma Kurdistanê bicî hiştiye û niha li nexweşxaneyeke Almanyayê çareseriyê werdigire, lê Hesen Nûrî vegeriyaye Herêma Kurdistanê û rewşa tendirustiya wî baş e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse