Mala Zehawî komên Bakur û Rojhilat tîne cem hev

30-10-2025
RÛDAW
Hejar Zehawî,Bêrîtan Mistefa, Meryem Xansaz\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hejar Zehawî,Bêrîtan Mistefa, Meryem Xansaz\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hejar Zehawî Bêrîtan Mistefa Meryem Xansaz Mala Zehawî ya Muzîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mala Zehawî ya Muzîkê îro li Akrê mazûvaniya konserekê dike ku komên muzîkê yên ji Wan û Kirmaşanê beşdarî wê konserê dibin û gulbijêrek ji berhemên xwe pêşkêş dikin.

Konser îro saet 17:00an li Qişleya Akrê tê lidarxistin û beşdarî belaş e.

Ev konser, dibe konsera duyemîn a her du koman a bi Mala Muzîkê ya Zehawî re ku 28ê Çiriya Pêşîn heman konser li Mala Muzîkê ya Zehawî ya li Mêrgepana Silêmaniyê ve hatibû lidarxistin.

Hejar Zehawiyê ku Sereperiştiyarê Mala Muzîkê ya Zehawî ye, Bêrîtan Mistefaya ji Wanê û Meryem Xansaza ji Kirmaşanê ku beşdarên konserê ne, bûn mêvanên bultena Rûdawê.

Armanc nasandina zaravayên cuda ye

Hejar Zehawî ragihand ku armanca wan ji van konseran ew e ku şêwaz û zaravayên cuda yên muzîka Kurdî bi xelkê Kurdistanê bidin nasîn.

Zehawî her wiha got, “Em kêfxweş in ji du beşên cuda yên Kurdistanê, em du stîlên cuda yên muzîka Kurdî li ser yek sehnê dicivînin.”

Zehawî her wiha eşkere kir ku konsera dawî ya Mala Muzîkê ya Zehawî ya sala 2025an dê 20ê Kanûna Pêşîn bê lidarxistin û taybetî Şeva Yeldayê be.

“Em dixwazin çanda Kelhurî bidin nasandin”

Meryem Xansaz, yek ji beşdarên konserê ye û wê jî  li ser beşdariya xwe got, "Em dixwazin çand û kultura zimanê Kelhurî bi xelkê xweşdivî yê Badînanê bidin nasandin.

Ev derfetek e ji bo ku em bedewiyên van her du diyalektan bi hev re nîşan bidin."

Meryemê amaje pê kir ku ew cara yekem e serdana Akrê dike û gelekî bi kelecan e ku berteka xelkê Akrê li hemberî muzîka wan bibîne.

Meryem Xansazê bi zaravayê Kelhurî peyamek arasteyî xelkê Akrê kir û ew vexwendin konserê.

Hunermenda Kirmaşanî her wiha got ku ew dê çend meqam û stranan bi zaravayê Kelhurî pêşkêş bikin.

Pênc berheman pêşkêş dike

Bêrîtan Mistefayê jî diyar kir ku ew bêhtir heyranê dengbêjên Kurd ên wekî Şakiro, Meryem Xan û Ayşe Şanê ye.

Bêrîtan di berdewamiyê de anî zimên ku stran li ba wê wekî gulan e û got, "Eger bêhna stranê xweş be, xweş e, eger nexweş be nexweş e."

Wê destnîşan kir ku ew dê di konsera îro ya li Akrê de pênc berheman pêşkêş bike ku çar jê stran in û yek jî berhemeke dengbêjiyê ye.

Piştre her du hunermendan di nava studyoyê de bi dengê xwe du berhemên cuda pêşkêş kirin.

Mala Zehawî ya Muzîkê

Mala Muzîkê ya Zehawî 4ê Çiriya Paşîn a 2021ê ji aliyê Hejar Zehawî ve hatiye damezirandin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgiriya darayî dide projeyê û Rûdaw jî sponsora medyayî ya konserên wê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst