Birêvebiriyê eşkere kir: Li Kampa Holê çend kes dimînin?

30-10-2025
RÛDAW
Nîşan Kampa Holê DAIŞ Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Kampa Holê ragihand ku niha 25 hezar û 241 kes li kampê dimînin.

Hevseroka Birêvebiriya Kampa Holê Cîhan Henanê eşkere kir ku hejmara giştî ya şêniyên kampê 25 hezar û 241 kes e ku ji 7 hezar û 125 malbatan pêk tên.

Cîhan Henanê her wiha da zanîn:

"Hejmara koçberên Sûrî 14 hezar û 955 kes e ku ji 4 hezar û 123 malbatan pêk tên.

Her wiha 4 hezar û 7 Îraqî jî di nav 1 hezar û 131 malbatan de ne.

Hejmara biyaniyan ku ji malbatên çekdarên DAIŞê ne, 6 hezar û 279 kes e û ew jî ji 1 hezar û 871 malbatan pêk tên."

Rêveberiya Xweser destpêka îsal destpêşxeriya "Vegera Dilxwazî" ji bo vegera niştecih û penaberan ragihand ku yên di Kampa Holê de jî li xwe digire.

Li gorî Birêvebiriya Kampa Holê, heta niha 30 karwanên Îraqiyan bi hevahengiya di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Îraqê de derketine ku tê de bi hezaran penaberên Îraqî hebûn.

Ji wan 13 karwan ji destpêka sala 2025an ve derketine.

Her wiha 3 karwanên penaberên Sûriyeyî jî bi hevahengiya Hikûmeta Sûriyeyê vegeriyane cih û warên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst