Metîn Toprak hat berdan: Berî hefteyekê dayîka wî miribû

27 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Metîn Toprak Girtiyê Siyasî 30 Sal Êlih Çemê Êlihê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Metîn Toprakê Êlihî yê ku sala 1995an hatibû girtin, piştî 30 salan ji Girtîgeha Kiriklarê ya li navçeya Bucayê ya Îzmîrê hat berdan.

Metîn Toprak piştî 30 sal û 9 mehan gihîşt warê xwe Êlihê.

Toprak li ketina bajarokê Gîrêsîrayê bi çepik, tilîlî, kulîlk û dirûşman hat pêşwazîkirin.

Pêşwazîkirin bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hat lidarxistin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîzê û nûnerên rêxistinên sivîl jî beşdarî pêşwaziyê bûn.

Piştî axaftinan Toprak derbasî mala xwe ya li taxa Hilalê ya li bajarê Êlihê bû.

"Cezayê muebetê lê hatibû birîn"

Toprak sala 1995an li Bedlîsê hatibû desteserkirin û li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hatibû darizandin.

Dadgehê bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" cezayê muebetê li wî birîbû.

Metîn Toprak di vê pêvajoyê de li girtîgehên Dîlok, Êlih, Rîze, Kirikkale û Îzmîrê ma.

Metîn Toprak hefteyek berê dayîka xwe Hanim Toprak winda kiribû.

Wî dayîka xwe li nexweşxaneyê dîtibû û dayîka wî di dema wê serdanê de canê xwe ji dest dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst