Gola Çildirê; rûyê qeşagirtî yê golê bûye navenda tûrîzmê

31-01-2020
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Di demsala zivistanê de rûyê Gola Çildirê li Qersa Bakurê Kurdistanê bi temamî qeşa digire. Wêne: Rûdaw
Di demsala zivistanê de rûyê Gola Çildirê li Qersa Bakurê Kurdistanê bi temamî qeşa digire. Wêne: Rûdaw
Nîşan Bakurê Kurdistanê Qers Gola Çildir
A+ A-

Qers (Rûdaw) - Qers bajarê sir û serma qeşa û qerisînê, ew bajarê ku di demsala zivistanê de jiyan li wê derê diqerise. Qers sartirîm bajarê Bakurê Kurdistanê ye ku carna bi şev li vî bajarê pileya germahiya hewayê dadikeve 43 pile bin sifrê. Di mehên çile û kanûnê de jiyan li vê derê bi tevahî radiwest e; lê ev yek ji bo Gola Çildirê avantajeke mezin e.

Gola Çildirê mezintirîn gola ava şirîn e li Bakurê Kurdistanê û wek gol jî piştî Gola Wanê di rêza duyemîn de ye,  ev gol di navbera bajarên Qers û Ardexanê de li bilindahiya 1965 metre ji ava çem û kaniyên zozananên bilind ava xwe dabîn dike.

Dema ku pileya germê dadikeve bin sifrê, hêdî hêdî derdora wê qeşa digire û di proseya 20 rojan de gol bi temamî diqerise  li ser rûyê wê 35-40 cm zemîneke hişk peyda dibe û dem dema kêfa kaşîna bi hespan e.

Mehmet Bilgin yek ji wan kesan e ku ji bo geştê û derbaskirina demeke xweş, serdana Gola Çildirê kiriye. Mehmet Bilgin ji Rûdawê re diaxive û dibêje: “Ez li vê derê karê xizmetguzariya geştyaran dikim, em niha li ser Gola Çildirê ne ku di vî demsalê de bi temamî qeşa digire, geştyarên ku ji çar aliyên cîhanê têne vê derê li hember vê dîtbariyê gelek ecêb dimînin, geştyar siwarê van taxûkên bi hesp dibin û li ser golê peyase dikin, geştyarên me ji dewletên wek Nîjerya, Ekvador û Brîtanyayê jî têne serdana vê derê.”

Di bin sir û sermayê de her sal bi sedhezaran geştyar û gerok tên ser gola Çildirê û di bin sermayê de li ser golê geryanê dikin, sobeyên daran û sergînan jî ji bo vexwarinan têne dadan.

Keç û xort van kêliyên xwe bi selfî û wêneyên ji bo bîranînê tomar dikin.

Mamosteyê Keşûhewanasiyê, Ogûz Kagan jî dibêje: “Berf û seqema vê derê ji yê derdorê cudatir e û ev der rindayîyeke vê erdnîgariyê ye, em niha li ser goleke kûr in, ew kesên ku hatin serdana bajarê Qersê divê 2 cîhan teqez bibînin: yek Kavlên Aniyê dido: Gola Çildirê.”

Geştyar her neferê 20 lîreyên xwe didin û siwarê van taxûkên hespan dibin; her çend rêwitiyeke metirsîdar be jî ew dibêjin hêjayê vê keyfê ye

Merve Erdînç geştyarek e ku ji rojavayê Tirkiyê ve serdana Qers a Bakurê Kurdistanê kiriye, daku Gola Çildirê bibîne. Merve Erdîç dibêje: “Ez cara ewil e ku têm Rojhilat,  em bi şîmendîferê hatin, rêwîtiya me jî û geryana me jî ya vê derê pir bi kelecan derbas dibe, xweza pir balkêş e û mirovên vê derê gelek mêvanhez in.”

Esîn Mollaoglu jî dibêje: “Ez û girûba xwe em ji Stenbolê hatin vê derê bi rastî dema nehatibûm hindek pêşderaziyên min hebûn; lê gelek dema me xweş derbas dibe, tembiya min li herkesê bila werin û bibînin.”

Di werza zivistanê de çûyîn hatina bi riya bejayî ji bo bajarên Qers û Ardexanê bi cefa ye; lê ji bajarên wek Stenbol, Enqere û Îzmîrê ji bo balafirxaneya Qersê geştên esmanî hene; herwisa geştên bi trênê yê bi navê Expresa Rojhilat ji Stenbol heta Qersê têne kirin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst