Li Cizîrê qezaya trafîkê: 2 kes mirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şirnex Cizîr Qezayên Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, di qezayeke trafîkê de du kes mirin û şeş kes jî birîndar bûn.

Mînîbusa bi plakaya 06 MD 4875 a ku Muhsîn Mihemed Şerîf Seîd El-Heyo (53) diajot û hevwelatiyên Îraqî tê de bûn, li ser rêya Cizîr - Şirnexê ji rê derket û qulibî.

Di qezayê de şofêr û kesên bi navên Nabîl Wehab Casim Casim (50), Ehmed Mihemed Şerîf Seîd El-Heyo (60), Şerîf Mistefa Husên Çaçan (51), Rîhab Walîd Ehmed El-Tawaîl (51), Şerîf Thaîr Mihemed El-Heyo (39), Safwan Salah Mihemed (58) û Xalid Mihemed Şerîf Seîd El-Heyo (55) birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst