Qeyûmê şaredariya Sêrtê pirtûkxaneya Celadet Alî Berdirxand hilweşand

31-05-2020
RÛDAW
Ti sedemek bo hilweşandina pirtûkxaneyê nehate nîşandan
Ti sedemek bo hilweşandina pirtûkxaneyê nehate nîşandan
Nîşan Celadet Alî Bedirxan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Qeyûmê Şaredariya Sêrtê, pirtûkxaneya bi navê Celadet Alî Berdirxan bi dozer û kepçeyan rûxand bêyî ku sedemekê nîşan bide.

Qeyûmê ku li şûna şaredarê Sêrtê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye danîn, duh Sêşemê 30ê Gulanê Pirtûkxaneya Celadet Alî Berdirxand bi bildozer û kepçeyan hilweşand.

Parêzgar û Qeyûmê Sêrtê Alî Fuat Atik piştî dest bi kar kir, pirtûkxaneya girêdayî şaredariyê ya bi navê Mîr Celadet Alî Bedirxan hilweşand bêyî ku ti sedemekê pêşan bide.

Lê piştî nerazîbûnan Şaredariya Sêrtê li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek da û ragihand ku ji ber projeya tramvayê avahiya pirtûkxaneyê hatiye hilweşandin.

Wezareta Navxwa ya Tirkiyê 15ê Gulanê hevşaredarên Sêrtê ji kar dûrxistibûn û li şûna wan qeyûm danîbû ku di destê HDPê de bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst