26 koçberên Kurd giliyê Hikûmeta Letonyayê kir

31-05-2025
Hêmin Ebdullah
Nîşan Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Kurd Doz Letonya
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - 26 koçberên Kurd bi îdiaya muameleya nemirovane gilînameyek li dijî Hikûmeta Letonyayê tomar kiriye.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê  dê li ser doza wan biryarê bide.

26 dozên koçberên Kurd ên ji Başûrê Kurdistanê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hene ku gilîname li dijî dewleteke endama Yekîtiya Ewropayê (YE) tomar kirine.

Koçber dibêjin ku di navbera salên 2021 û 2023yan de, Letonyayê bi zorê û nemirovane ew dersînorî Belarûsê kirine.

Gelek ji Kurdên ku gilîname tomar kiriye vegeriyane Başûrê Kurdistanê û hin ji wan li welatên YEyê ne.

Koçber dibêjin ku Letonyayê wê demê serlêdanên wan ên penaberiyê paşguh kiriye û di dema mayîna wan a kin de li hêla Letonyayê ti xizmet pêşkêşî wan nekiriye.

Ji bilî van koçberên Kurd, çar dozên din ên bi heman naverokê hene ku ji hêla koçberên Kubayî ve li dijî Lîtwanya û Polonyayê hatine tomarkirin.

Dema ku doz hefteya borî bi fermî hatin ragihandin, Konseya Ewropayê bi tundî neh welatên endamên YEyê rexne kir ji ber ku ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê xwestiye ku pêşî li wan negire ji bo dersînorkirin û tundkirina qanûnên xwe yên li dijî koçberan.

Konseya Ewropayê saziyek e ku 46 welatên Ewropî (di nav de 28 welatên endamên YEyê) peymaneke mafên mirovan îmze kiriye û bi rêya wê Dadgeha Bilind a Mafên Mirovan ava kirine.

Sekreterê Giştî yê Konseyê Alain Berset daxwaza welatên YEyê wekî destwerdanekê di karê dadgehê de û siyasîkirina dadgehê bi nav kir.

Loma jî dibêje, "Nîqaş li ser her tiştî baş e lê siyasîkirina dadgehê karekî pir xirab e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst