Pirtûkeke cîhanî ya bazirganiyê Rûdawê wekî mînakeke serkeftî dide nasîn

31-05-2025
RÛDAW
Nîşan Xelata Navneteweyî ya Kotlerê Tora Medyayî ya Rûdawê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê bi merasîmeke taybet çapa taybet a Îraqê ya pirtûkeke cîhanî ya bazirganiyê tê weşandin.

Pirtûk di bin serpereştiya Profesorê Amerîkî Philip Kotler de hatiye amadekirin û tê de Tora Medyayî ya Rûdawê wekî mînakeke kompanyayên serkeftî yên Îraq û Herêma Kurdistanê dide nasîn.

Damezirandina Kotler Impact û Strategic Analyze di merasîmekê de pirtûka “Bingehên Bazirganiya Modern” diweşîne ku cara yekem e li Îraqê tê belavkirin û naveroka wê taybet e bi bazara Îraq û Başûrê Kurdistanê.

Di heman merasîmê de, Xelata Navneteweyî ya Kotlerê tê dabeşkirin û Tora Medyayî ya Rûdawê sponsora medyayî ya wê ye.

Pirtûka “Bingehên Bazirganiya Modern - Çapa Îraqê” çîroka serkeftina çend kompanyayên cuda û markayên Îraq û Başûrê Kurdistanê li xwe digire.

Pirtûk çapa nû ya seriyekê ye ku di bin çavdêriya Philip Kotlerê şarezayê bazirganiya modern de tê weşandin.

Girîngiya berhemê ew e ku bi awayê teorî û pratîkî behsa zanista bazirganiyê dike û vê jî bi rêya vegotina çîrokan û mînakên kompanyayên serkeftî dike.

Weşana îsal ji aliyê Birêvebirê Lûtkeya Bazirganiyê ya Cîhanî Sadya Kibriayê ve hatiye nivîsîn.

Her wiha ciwanekî Kurd ê bi navê Zanyar Cebar ku pisporê bazirganiyê ye, di nivîsîna wê pirtûkê de cih girtiye ku ev cara yekem e Kurdek beşdarî nivîsîna wê dibe.

Xelata Kotlerê

Xelata Kotlerê, xelateke navneteweyî ya di warên bazar, bazirganî û dahênanê de ye û ew kes û kompanyayên ku xwedî fikrên cuda û bandoreke wan li ser civakê û aboriya welatê wan heye werdigirin.

Cara yekem e Xelata Kotlerê li Îraq û Herêma Kurdistanê tê belavkirin.

Di merasîmê de, Tora Medyayî ya Rûdawê wekî yekane damezirandina medyayî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, çîroka serkeftina xwe di vê pirtûkê de tomarkir û nivîsî.

Zanyar Cebarê ku mamosteyê zanîngehê ye û li Îraq û Herêma Kurdistanê yekane hevbeşê Kotler Impactê ye ji Rûdawê re got:

“Cara yekemîn e di dîroka Îraqê de projeyeke wiha tê lidarxistin.

Ev pirtûk li 30 welatan hatiye weşandin û cara yekemîn e tê Îraqê.”

Zanyar Cebar anî ziman:

“Pirtûk derbarê bazirganî û bazarê de ye û bernameyek girîng e ji bo kompanya, xwedîkar, xwendekarên zanîngehê û mamostayan.

Ji ber ku dikare alîkariya her kesên ku dixwazin di van waran de şareza bibin bike.”

Zanyar Cebarê her wiha da zanîn:

“Çîroka serkeftina Tora Medyayî ya Rûdawê di çarçoveya çîroka 17 kompanyayên li Îraqê di pirtûkê de hatiye behskirin.

Pirtûk xwedî sê hevnivîseran e, yek ji wan ez im û yekane Kurd im ku hevnivîserê pirtûkê me ku pirtûkeke mezin a cîhanî ye di wî warî de.”

Profesor Kotler bi peyameke vîdeoyê beşdarî merasîma ku dê roja şemiyê were lidarxistin dibe.

Philip Kotler kî ye?

Welatiyekî Amerîkî ye.

Temenê wî 94 sal e.

Nivîser, şêwirmend û profesorê warê bazirganiyê ye.

90 pirtûk nivîsîne.

Zêdetirî 50 salan di warê bazirganiya navneteweyî de mamosteyê zanîngehê bûye.

Wekî şêwirmend bi kompanyayên wekî IBM, General Electric, AT&T, Bank of America, Merck, Motorola, Ford û gelek kompanyayên din re xebitiye.

Li Îtalya, Swêd, Çîn, Japon, Hindistan, Endonezya, Awistralya, Meksîka, Brazîl, Şîlî û gelek welatan ders dane.

Pirtûka wî ya bi navê "Marketing Management" wekî bernameya fêrbûna bazirganiyê li cîhanê tê bikaranîn

Li cîhanê wekî "Bavê bazirganiya modern" tê naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst