PKKyê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir

31-07-2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKyê ye nasnameya 3 gerilayên ku canê xwe ji dest daye eşkere kir.

HPGyê ragihand ku her sê gerîlayan li Metînayê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya HPGyê Leyla Elçîoglûya bi nasnavê “Viyan Mêrdîn” 1ê Tîrmehê canê xwe ji dest daye.

Murat Akyolê bi nasnavê “Serhildan Têkoşer” 19ê Hezîranê, Behrûz Ubeydiyê bi nasnavê “Ferhat Bane” jî 25ê Hezîranê canê xwe ji dest daye.

Herwiha HPGyê ragihand ku Viyan Mêrdîn ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, Serhildan Têkoşer ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê û Ferhat Bane jî ji Baneya Rojhilatê Kurdistanê ye.

HPGyê da zanîn ku her sê gerîlayan li Metînayê canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst