Dayika Hevrîn Xelef: Kuştina keça min tawaneke navdewletî ye

31-10-2019
RÛDAW
Nîşan Hevrîn Xelef Rojavayê Kurdistanê Partiya Sûriya Pêşerojê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dayika siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef, Sûad Mihemed, dibêje, keça wê jiyana xwe bo baştirkirina jiyana xelkê terxan kiribû û got, “Kuştina keça min tawaneke navdewletî ye.”

Dayika Hevrîn Xelef, Sûad Mihemed ku temenê wê 62 sal e, çîroka jiyana  keça xwe ji Rûdawê re vegot. Sûad Mihemed dibêje, “Hevrîn di nav 6 zarokên min de ya biçûk bû. Temenê wê 34 sal bû. Kesayeteke diyar bû li Sûriyê û jiyana xwe bo baştirkirina jiyana xelkê terxan kir.”

Dayika Hevrînê dibêje, dema wê xwendina xwe bi dawî kir, dest bi têkoşîna li dijî newekheviyê kir û di vê rêyê de alîkarî xelkê kir. Berî ku bibe endama Partiya Sûriya Pêşerojê, endameke sereke ya Wezareta Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê bû.Di wê heyamê de komelek projebiryar der kirin bo jinavbirina pirsgirêkên xelkê di warê elektîrîkê de. Vê jî ew yek pêk anî ku hemû malan 10 ampêr elektîrîk hebe. Piştre derbasî Wezareta Darayî bû û kar li ser çaksaziyan li kerta kiştûkaliyê kir bo ku xurek li bakurê Sûriyê berdewam bin.”

Sûad Mihemed dibêje, armanca keça wê ew bû ku yekrêzî û hemahengiyê di navbera civakê de pêk bîne û dibêje, “Ew gelek neketibû bin karîgeriya Abdullah Ocalan. Bi rastî dixwast welat ji karesata 9 salî ya şer derbixîne. Wê dixwast yekrêzî û hemahengiya di navbera civakan de pêk bê. Her ji ber hindê jî ew kirin armanc.”

Dayika Hevrînê çîroka roja kuştina keça xwe jî wiha vedibêje, “Sibeha wê roja ku hat kuştin, li gel min bû. Hatibû Dêrikê bo serdana malbata şoforê xwe, ji ber ku bavê wî miribû. Wê rojê ji min re got, ‘Dayê bêhna te çi xweş e’ û min jê re got, ‘Neçe yan ez jî dê li gel te bêm’. Wê rojê li Reqqa û Tebqayê civînên wê hebûn. Wê jî got, ‘Xem nexwe hemû tişt dê baş bibe.’ Min jê re got, ‘Quranekê li gel xwe bibe bo ku ew te biparêze’ wê jî got, ‘hewce nake’ ji ber ku Quranek din li ser singê wê hebû.’ Wan tawanbarên ku Hevrîn kuştin, Qurana wê jî şikandibûn. Ew xwe bi Misilman dizanin lêbelê ne wisa ne. Bêbawer jî nikarin wî karî bikin.”

Dayika Hevrînê derbarê êrişa Tirkiyê bo ser Rojava de jî dibêje, “Ez Erdogan tawanbar dikim ji ber ku çekên kimyewî li dijî xelê sivîl bikar anîne. Zarok kuştin û tawanên şer encam dan. Ez wî tometbar dikim bi kuştina keça min. Eger qet dadperweriyek di vê cîhanê de hebe, çima civaka navdewletî bê deng e?”

Di vîdyoya ku çekdarên ser bi Tirkiyê ve belav kirine, bi zelalî tê dîtin ku şûnên îşkenceyê li ser laşê Hevrînê hebûn û dayika Hevrînê jî vê yekê piştrast dike û dibêje otomobîla keça wê bi çekên giran hatiye armancgirtin û vê yekê jî weke, ‘tawaneke anvdewletî’ bi nav dike û radigihîne, “Eger wan dixwast ji nav bibin bo çi bi guleyek bi ser an dilê de nedan? Nexêr, wan îşkence kiribûn. Laşê wê şikandibûn. Neynûkên wê derxistibûn û bi erdê re kaş kiribûn. Ev e demokrasî? Ev e dadperwerî ? nexêr. Heta wê roja dadê distînim ez dê hawar bikim.”

Ew dayik di dawiya gotinên xwe de dibêje, “Me çi kiriye çi? Ti tiştek. Me tenê yek kevir jî ne avêtibû dîwarê wan ku ew bên nav malên me û me bikûjin. Nizanim sûçê me çiye. Her bibe bila bibe, em dê berevaniyê li xwe bikin. Ev mafê me yê rewa ye.”

Seroka Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef roja 12.10.2019an li ser rêya M4 a di navbera Til Temir û Eyn Îsayê de di otomobîla xwe de rastî êrişeke grûpên çekdar hat û canê xwe ji dest da.

Hevrîn Xelef, xelka herêma Dêrikê bû û endezyar bû. Di adara sala 2018an de, Partiya Sûriyeya Pêşeroj hatibû damezirandin û Hevrîn Xelf weke Sekretera Giştî ya wê partiyê hatibû hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst