Hewlêr (Rûdaw) - Masûle, bajarekî biçûk û dîrokî ye ku bi awayekî pêlikî hatiye avakirin û li bakurê Îranê dikeve. Di vê havînê de, hewaya wê hênik e. Lê di zivistanê de, hemû kuçe û kolanên wê bi berfê tên xemilandin.
Li vir tevgera li bazara kultûrî
Bajarekî geştyarî, bedew û qeşeng e. Xanî bi awayekî ji aliyê nişteciyên bajêr ve hatine xemilandin ku bala geştyar û mêvanan dikişîne.
Guldankên xweşik û kûzên rengîn bi xaniyan ve hatine daleqandin. Bi berdewamî liv û tevger li kafeterya û bazara wê ya kultûrî heye.
Bi zimanê Talişî dipeyîvin
Kuruş Agayî, Geştyar, dibêje, “Cihekî dilrevîn e. Nişteciyên wî xwîngerm in. Seqa û hewaya zivistanê pir taybet e ku cihekî cuda ji geştyaran re berhem tîne. Ez daxwazê ji hemû geştyar û nişteciyên Îranê dikim ku vî bajarê dîrokî bibînin.”
Hejmara nişteciyên vî bajarî 400 kes e. Bi zimanê Talişî dipeyîvin. Tevahiya cihên ku berê hatine çêkirin, heta niha wek xwe parastî mane. Xelkê rê nedaye mezinbûna bajêr, da ku aliyê xwe yê dîrokî ji dest nede.
Navendeke geştyarî
Sadiq Derwêşyan, Nişteciyê Masûle, diyar dike, “Tomara milî bi vî rengê ku behs dikin, hewldanên zêde didin ku tomara milî bê kirin. Lê bajarê Masûle li hemû cîhanê naskirî ye û gelek geştyar tên vir. Hin geştyar salê çend caran serdana Masûle dikin.”
Temamiya xaniyan li berpala çiyayekî li ser hev hatine çêkirin. Bi awayekî ku hewşa mala jorîn dibe serbanê mala li jêr xwe.
Elî Mihemed Penahî, Nişteciyê Masûle, dibêje, “Serbanên Masûle pir cihekî balkêş in. Li ti cihekî dinyayê serbanên wiha nayên dîtin. Ev reng û bedewî bi saya Rêveberiya Mîrata Kultûrî ye ku wiha ciwan maye. Eger ne ji wê rêveberiya bûya, wê xelkê avahî têk bidana û sîstema bajêr biguheranda.”
Hotelên klasîk
Li Masûleyê, çend hotel bi awayekî klasîk hene. Xelkê xanî jî ji bo kirê çêkirine.
Nişteciyê Masûle, dibêje, “Pir ji mêj ve ye ev der bûye bajarekî geştyarî û ji hemû aliyên cîhanê, ji ber şêweya wî ya mîmarî û cudahiya avahiyên wî, xelk ji bo serdanê tên Masûleyê. Diyariyên vir curên pêlav û kêr û çente, çakkirin û çêkirina tabloyan û hin tiştên din ên destçêkirî ne.”
Nişteciyên vî bajarî mijûlî karên destî ne. ew kêr, çente û bûkok û çend tiştên din jî çêdikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse