Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, welatiyê bi navê Rustem Balikê 86 salî, bi şêwaza jiyana xwe matmayî dihêle.
Rustem Balik ev nêzîkî 50 sal in ku tenê bi vexwarina çay û xwarina gofretan jiyana xwe derbas dike.
Rustem Balikê ku li bajarokê Srongê yê Mûşê dijî, 4 sal berê hevjîna xwe ji dest daye û di xaniyê ku bi keda destê xwe çêkiriye de bi tenê dijî.
Piştî leşkeriyê nexweş ket
Rustem Balik beriya 50 salan bi nexweşiyeke mîdeyê ket û piştî wê nexweşiyê êdî nekarî xwarinê bixwe.
Pîremêrê 86 salî ji wê demê ve tenê çay û gofretan dixwe.
Rustem rojê du gofretan dixwe û piraniya dema xwe li malê derbas dike.
"50 sal in ez nikarim xwarinê bixwim"
Rustem Balik diyar kir ku tevî temenê xwe yê mezin ew bi vê parêzê li ser pêyan maye û got:
" Ez 86 salî me. Piştî ku ez ji leşkeriyê hatim nexweşiya mîdeyê li min peyda bû û nêzîkî 50 salan e ez nikarim xwarinê bixwim."
"Bi şevan li ber sobeyê rûdinim"
Balik da zanîn ku ew bi tenê dijî û wiha pê de çû:
"Tiştê ku ez dikarim bixwim tenê çay û gofret e. Ez di vê malê de bi tenê dimînim, kes li cem min nîne.
Bi şevan jî li ber sobeyê rûdinim û çayê vedixwim."

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse