HEWLÊR - Pêlîstoka Labubuyê hat qedexekirin: Sedem çi ye?

09-07-2025
RÛDAW
Nîşan Labubu Herêma Kurdistanê Qedexekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêra paytext, firotina pêlîstoka Labubuyê hat qedexekirin.

Labubu li seranserî cîhanê eleqeyeke mezin dibîne û wekî “kirêt lê şêrîn” tên pênasekirin.

Birêvebirê Daîreya Çavdêriya Bazirganiyê ya Hewlêrê Hogir Elî ji Rûdawê re ragihand ku biryara qedexeyê bi taybetî ji ber xapandina welatiyan a bi rêbaza “qutiya kor / blind box” hatiye standin.

Ev rêbaza firotinê wiha dike ku bikir ji bo bidestxistina reng an modela ku dixwazin, neçar dimînin ku bi awayekî korane ji yekê zêdetir bikirin.

Birêvebirê Daîreya Çavdêriya Bazirganiyê ya Hewlêrê Hogir Elî got:

“Ev rêbazên firotinê bikiran dixapînin.

Bi taybetî bi pêlîstokên ku tê îdiakirin bi bihayên erzantir tên firotin lê di rastiyê de peyda nabin, malbat ber bi vebijêrkên bihatir ve tên arastekirin.

Ev yek barekî neheq li ser malbatan çêdike.”

Dîmena wê li gorî kevneşopiyan nîne

Rayedaran diyar kir ku qedexe ne tenê ji ber sedemên bazirganiyê ye û bal kişand ser wê yekê ku dîmena derve ya Labubuyê bi kevneşopî û çandê re li hev nake.

Hogir Elî her wiha anî ziman:

“Dîmena pêlîstokê bi temamî li dijî urf û edetên me ye.”

Parêzgariya Hewlêrê û yekîneyên polîsên sivîl jî ragihand ku ew bi tevahî piştgiriyê didin qedexeyê.

Tîman dest danî ser 2 hezar pêlîstokên Labubuyê

Hat ragihandin ku heta niha tîman dest daniye ser nêzîkî 2 hezar pêlîstokên Labubuyê û derbarê 6 kargehan rêkarên yasayî hatine destpêkirin.

Hat gotin ku dê çavdêrî bi awayekî tund berdewam bikin.

Fenomeneke cîhanî

Labubu ji aliyê dîzaynerê bi eslê xwe Hong Kong-Belçîkayî Kasing Lung ve hatiye çêkirin û ji aliyê dêva pêlîstokan a Çînê Pop Martê ve tê firotin.

Ev fîgura ku bi awirên xwe yên şaş û sekna xwe ya hişk balê dikişîne, li seranserî cîhanê bûye delaliya koleksiyoneran.

Li ser medyaya civakî, hinek bikarhêneran Labubu bi fîgurê şeytan Pazuzuyê yê di mîtolojiya Mezopotamyayê de ye ve girê da.

Ev şirove, bi taybetî di nava dê û bavan de bûbûn sedema fikaran.

Labubu li seranserî cîhanê bûye mijara nîqaşê

Li gelek welatan, daxwaza zêde ya ji bo Labubuyê bi xwe re pirsgirêkên ewlehiyê jî anî.

Li Brîtanyayê û Koreya Başûr, dikanan ji ber îzdihama di dema nûkirina stokê de firotin bi awayekî demkî ragirtin.

Li Çînê ji bo rêlibergirtina anîna pêlîstokan a bi qaçaxî operasyon hatin kirin û li bankayan hat qedexekirin ku Labubuyê wekî berhema promosyonê bi kar bînin.

Li Rûsyayê jî parlamenteran pêşniyar kir ku ev pêlîstok bi hinceta ku “dibe ku bandoreke derûnî li ser zarokan bikin” bi temamî werin qedexekirin.

Li Herêma Kurdistanê banga yekem a qedexekirinê ji Wezareta Bazirganiyê hat.

Wezaretê hişyarî dabû malbatan ku ji zarokên xwe re pêlîstokên bi vî rengî nekirin.

Rayedarên Hewlêrê her wiha ferman şand deriyên sînorî û xwest ku rê li ber hawirdekirinên nû were girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst