Hişê çêkirî û karîkaturên nû: Çi qasî me nas dike?

13 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hişê Çêkirî Karîkatur Amar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskarê teknolojiyê Andrew Griffin diyar dike ku ev pêla nû ya çêkirina karîkaturan a bi hişê çêkirî ya ku medyaya civakî dagirtiye, ne tenê ji bo kêfê ye.

Andrew Griffin hişyariyê dide ku ev yek nîşan dide hişê çêkirî çi qasî li ser me xwedî agahî ye.

Bi milyonan kes li Kurdistan û seranserî cîhanê wêneyên xwe didin bernameyên wekî ChatGPTyê.

Ew dixwazin ku li gorî wêneyan û agahiyên ku berê li ser wan hebûne, karîkaturek were çêkirin.

Di encamê de wêneyek derdikeve ku pîşe û daxwazên wî kesî bi hûrgilî nîşan dide.

Metirsî çi ne?

Ji bilî ku ev pêvajo enerjî û aveke zêde ji bo serveran xerc dike, pirsgirêka sereke di parastina nihêniyên bikarhêneran de ye.

Dema hûn wêneyekî nêzîk ê rûyê xwe û hûrgiliyên jiyana xwe didin bernameyê, hûn amarên hestyar û biqîmet didin şirketên teknolojiyê.

Bernameyên hişê çêkirî bi amaran dixebitin.

Her wêne û agahiyeke ku hûn didin, dikeve nav pergalê û dibe ku ji bo mebestên ku hûn pê nehesin werin bikaranîn.

Pişt re jêbirina wan amaran ji nav pergalê gelekî zehmet e.

Reklamên bazirganiyê

Şirketa OpenAIyê ya xwediyê ChatGPTyê ragihand ku ew dê ji vê hefteyê ve reklaman li ser chatbotê zêde bikin.

Her ku amûr zêdetir agahiyên hûr li ser we bizanibe, reklam dê bandortir bibin û amarên we dê ji bo wan bibin kel û pelekî biqîmet.

Gelek kes şaş dimînin ku karîkatur pîşe yan jî daxwazên wan nîşan dide.

Sedem ew e ku chatbot agahiyan ji dan û standinên we yên berê werdigire.

Şirket dibêjin ev ji bo baştirkirina xizmetguzariyan e lê di heman demê de ji bo mebestên din jî tê bikaranîn.

Di dawiyê de, rêya herî baş ew e ku mirov bi baldarî tevbigere û zanibe ka çi dide destê amûran.

Divê hûn ji xwe bipirsin: Hûn razî ne ku amarên we yên taybet ji bo rahênana nifşê nû yê hişê çêkirî werin bikaranîn?

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst