Hewlêr (Rûdaw) - Lûtkeya Çiyayê Reşkoyê yê li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bûye navenda geştyariyê û rotaya çiyageran.
Çiyayê Reşkoyê piştî Çiyayê Agiriyê bi 4 hezar û 135 metreyan, lûtkeya herî bilind a Bakurê Kurdistanê ye.
Bi xweza, qeşaya ku ti carî nahele, gelî, sûlav, kulîlkên cur bi cur û golên xwe di salên dawî de bûye navendeke geştyariyê û rotaya çiyageran.
Salane ji bajarên Tirkiyê û Ewropayê gelek çiyager û geştyar serdana Çiyayê Reşkoyê dikin.
“Çiyagerên ji Ewropayê eleqeyeke zêde nîşan didin”
Rêberê Çiyageran Nejdet Bozkurt got:
“Çiyayê Reşkoyê yê Cîloyê çiyayekî taybet ê herêmê ye. Di 3 salên dawî de çiyagerên Tirkiye û Ewropayê eleqeyeke zêde nîşan didin.
Bi taybetî hilbijartina wekî cihê geştyariyê jî dê sûdeke mezin bigihîne vê derê. Ez hêvî dikim ev xwezaya xweşik bê parastin.”
Rêwitiya çiyageran li Zozana Serpêlê dest pê dike û heman rojê li Zozana Horgedimê bêhnvedanê didin.
Çiyager roja din rêwitiya xwe berdewam dikin û piştî meşeke zehmet digihêjin lûtkeya Çiyayê Reşkoyê.
“Derketina Lûtkeya Reşko xweş e”
Çiyager Îskender Dogan jî got, “Derketina Lûtkeya Reşko xweş e, mirov jê tamê werdigre.
Reşko xwe nîşan dide ku çiyayekî bi heybet e. Ez li çiyayên din heman kêfxweşiyê nabînim.”
Çiyayên Cîlo û Reşko ji ber bedewî û xwezaya xwe ya destlênedayî, meha Tebaxa 2025an bi biryara Serokkomariya Tirkiyeyê wekî “Herêma Çand û Geştyariyê ya Parastin û Bipêşketinê” hat îlankirin.
Li herêmê jiyana kovî jî gelekî dewlemend e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse