Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qosarê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di daweta Omer û Gulsum Akgul de, êlekek ji pereyên 200 lîreyî hate çêkirin li ber zavayî hat kirin û bi bûkê jî 2 kîlo û 100 gram zêr hatin xistin.
Di daweta ku li saloneke dawetan a Qosarê hat kirin de, mirovên bûk û zava di dema merasîma xelatkirinê de surprîzeke cuda ji zavê re amade kir.
Pereyên ku di valîzekê de hatin anîn, wekî êlekê bi zavayî ve kir.
"Bûk bi zêran hate xemilandin"
Her wiha di merasîma xelatkirinê de 2 kîlo û 100 gram zêr jî bi bûkê ve hatin kirin.
Mêvanên ku beşdarî dawetê bûn jî ew kêliyên balkêş bi kamerayên telefonên xwe girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse