LÊKOLÎN - Maçkirina dev û lêvan ji kengî ve heye?

20-11-2025
RÛDAW
Nîşan Maça Dev û Lêvan Lêkolîn Zanist
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke nû eşkere kir ku dîroka maça dev û lêvan vedigere zêdetirî 21 milyon sal berî niha.

Li gorî lêkolînê, bav û kalên mirovan, meymûn û şempanzeyan jî ji dev û lêvan hev maç kiriye.

Zanyar gihîştine wê encamê, dibe ku Neandertalan û mirovan hev maç kiribe.

Lêkolîn di kovara Evolution and Human Behaviorê de hat belavkirin.

Sedema lêkolînê ew bû ku zanyar diyardeya maçkirinê wekî "diyardeyeke peresînê" dibînin çimkî sûdeke wê ya eşkere ji bo man û nemanê yan zêdebûnê nîne lê tevî vê yekê jî ne tenê di nav mirovan de, di cîhana ajelan de jî tê dîtin.

Lêkoleran pênaseyeke hûrgilî û dûrî romantîzmê ji bo maçkirinê kir û got:

"Bêyî ku xwarin were veguhastin, bi tevgera lêv û parçeyên dev têkiliya dev bi dev a netundî ye."

Lêkolera sereke û zanaya biyolojiya peresînê ya Zanîngeha Oxfordê Dr. Matilda Brindleyê diyar kir ku mirov, şempanze û bonobo hemû maç dikin.

Li gorî encamên lêkolînê, maça ewil di navbera wan zindeweran de hatiye kirin.

Matilda Brindleyê anî ziman:

“Dîroka maçkirinê heta 21,5 milyon sal berê diçe.

Em bawer dikin ku di nav meymûnên mezin de bi pêş ketiye."

Tevî ku dema maça ewil hatiye diyarkirin jî lêkoleran hîn sedema wê peyda nekiriye.

Niha çend teoriyên derbarê sedema wê hene, yek ji wan ew e ku ev tevger ji "paqijkirina hev" (grooming) ya bav û kalên meymûnan derketiye holê yan jî dibe ku rêyeke "can bi can" be ji bo nirxandina tenduristî û heta guncaviya hevjînê.

Girîng e em fêm bikin, ev tiştekî wisa ye ku em û xizmên xwe yên nemirov tê de hevpar in."

Brindleyê destnîşan kir ku "girîng e" mirov li ser vê tevgerê lêkolînan bike û "ji ber ku wateyeke wê ya romantîk li ba mirovan heye nabe mirov wekî tevgereke bêwate bibîne".

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst