Darek rê li ber çolbûnê digire: Sequoiaya Mezin

22-04-2025
RÛDAW
Kesek dara Sequoiaya Mezin diçîne / Wêne: Ji ber dîmenan
Kesek dara Sequoiaya Mezin diçîne / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Sequoiaya Mezin Amerîka Çolbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amerîkayê bi rêya çandina darekê rê li ber çolbûnê tê girtin.

Tîmeke Rêxistina Parastina Darên Dîrokî yê li bajarê Detroitê yê Amerîkayê ji bo rêgiriya çolbûnê daran diçîne.

Tîm darên Sequoiaya Mezin li wan herêman diçînin ku xelkê wan ew der bi cih hiştiye û metirsiya çolbûnê li ser wan heye.

Endamê Rêxistina Parastina Darên Dîrokî Birch Kemp got:

“Eger darekê biçînim û du bijardeyên min hebin, yek ji wan çandina darekê be ku 50 salî bimîne û ya din jî hezar sal be, ez dê ya ku hezar sal dimîne diçînim.”

Cih û warê dara Sequoiaya Mezin eyaleta Californiayê ye ku niha ji ber daristanên wê yên şewitî metirsiya jinavçûnê heye.

Bilindbûna wê digihêje 90 metreyan, nêzîkî 3 hezar salan dijî û siya wê digihêje zêdetirî 200 metre ducayan.

Ji bilî vî bajarî rêxistin dixwaze darê li Los Angless, Okland, California û Londonê jî biçîne.

“Divê em bibin mînak ji bo hemû cîhanê”

Endamê Rêxistina Parastina Darên Dîrokî Birch Kemp her wiha anî ziman:

“Ji bo me rûberê pêwîst heye da ku em vî karî bikin û pêwîst e sûdê jê bibînin, eger na em dê vê derfetê ji dest didin.

Divê em bibin mînak ji bo hemû cîhanê.

Em ji bo ku bajarê xwe bikin cihekî mînak ê jiyanê vî karî dikin.”

Li gorî biryarnameya Neteweyên Yekbûyî ya rêgirtina li çolbûnê, metirsî li ser ji sedî 30ê axa Amerîkayê heye.

Her wiha heta sala 2045an ji ber metirsiya çolbûnê dibe ku 135 milyon kes koç bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst