Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelfetiyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, Koma UrfaTrekkingê ku piraniya wan mamoste ne, li peravên Çemê Feratê meşeke xwezayî ya 8 kîlometreyî pêk anî.
Di van salên dawiyê de li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê eleqeya ji bo werzişên xwezayê zêde bûye û komên werzişê bi hev re derdikevin meşên dirêj.
Koma UrfaTrekkingê ya ku ji 45 kesan pêk tê, dawiya vê hefteyê li Xelfetiya Rihayê bû.
Çiyageran ji gundê Eynxelîlê dest pê kir û heta gundê Bilesûrê bi dirêjiya çem 8 kîlometreyan meşiyan.
Meşa wan a li nav xwezayê 6 demjimêran ajot.
"Em ji bo Roja Mamosteyan hatin"
Serokê Koma UrfaTrekkingê Ayhan Taş diyar kir ku wan ev çalakî bi taybetî ji bo "Roja Mamosteyan" (24ê Mijdarê) li dar xistiye û got:
“Em wekî 45 çiyageran îro ji bo Roja Mamosteyan li navçeya Xelfetiyê ya bajarê Rihayê derketin gerê.
Vê gavê em li ber Ferat in. Ew gundê ku di bin avê de maye jî em dê bibînin û di wê derê re derbasî gundê Bilesûrê bibin.”
"Em nû dibin û nefesekê distînin"
Tevî zehmetiya rêgehê kesên beşdarî meşê bûn kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Beşdara meşê Rukiye Çiftçiyê bal kişand ser stresa jiyana rojane û got:
“Di nav hefteyê de stresa şixulê me zêde ye. Zehmet derbas dibe. Cografya me hewqasî xweş e ku em dawiya hefteyê li van deran digerin. Em bi hevalan re li nav xwezayê dimeşin. Em nû dibin û nefesekê distînin.”
Çiyager Songul Elverirê jî got, “Em 8 kîlometreyan meşiyan, em hinekî westiyan lê xweş derbas bû. Em kêfxweş bûn û me demeke xweş derbas kir bi hevalên xwe re.”
Werzişvan û çiyageran, çalakiya xwe li ser keştiyê bi geşta li nav Çemê Feratê temam kir û gund û warên ku di bin Bendava Bîracikê de mabûn ji nêzîk ve dîtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse