Îsraîlê xaleke nêzîkî Koşka Serokatiyê ya Sûriyeyê da ber bombeyan

02-05-2025
RÛDAW
Nîşan Koşka Serokatiya Sûriyeyê Şam Îsraîl Benjamin Netanyahu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Serokwezîrê Îsraîlê Binjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Israel Katz eşkere kir hêzên wan li nêzîkî Koşka Serokatiya Sûriyeyê êrişî xalekê kirine.

Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li nêzîkî Qesra Serokatiyê ya li paytexta Sûriyeyê Şamê armancek daye ber êrişê.

Li gorî nûçeya televîzyona KANê ku televîzyona dewletê ya Îsraîlê ye Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Israel Katz, derbarê êrişa li ser Sûriyeyê daxuyaniyeke hevpar da.

“Erişa li dijî Durziyan nayê qebûlkirin”

Di daxuyaniyê de amaje bi şer û pevçên di navberea hêzên Şamê û Durziyan hat kirin û wiha hat gotin:

"Me li nêzîkî Koşa Serokatiyê ya li Şamê êrişî armancekê kir. Em dê destûrê nedin ti gefên li dijî Durziyan."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê destûr neyê dayîn ku ti hêz li başûrê paytexta Şamê bicih bibin û tê de hat gotin: "Ev peyameke zelal e ji rejîma Sûriyeyê re. Em dê destûrê nedin ti gefên li dijî civaka Durziyan jî."

Israel Katz, doj jî amaje bi şer û pevçûnên komên Durziyan hêzên Sûriyeyê kiribû gefa li ser êrişê li rêveberiya Şamê xwaribû.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê di daxuyaniya xwe de gotibû: "Eger êrişên li ser Durziyan (li Sûriyeyê) berdewam bikin, em dê bertekeke tund nîşan bidin."

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar jî duh di axaftina xwe ya li resepsiyonekê de, bang li civaka navneteweyî kiribû ku midaxeleyî Sûriyeyê bikin.

Tomara deng û pevçûnên mezhebî

28ê Nîsanê nîqaşeke mezhebî ya ku li Zanîngeheke li Himsê qewimî, tansiyon hîn zêdetir bilind kir.

Belavkirina qeydeke dengî ya ku heqaret li pêxemberê Îslamê dike li ser medyaya civakî û wekî xwediyê vê qeydê nîşandana Durziyekî, bû sedema destpêka qeyraneke nû li herêmê.

Her çi qasî piştre derket holê ku xwediyê wî dengê ne Durzî ye jî lê rewş hîn jî zêdetir aloz bû.

Komên çekdar êrişî taxên Ceramana û Eşrefiyet Sehnayeyê kir

Nûçegihanê Rûdawê yê li Şamê Dilxwaz Mihemed derbarê pevçûnên ku rû didin de wiha got:

"30ê Nîsanê komên çekdar êrişî taxên Ceramana û Eşrefiyet Sehnayeyê kir. Pevçûnan gihandin wê astê ku çûn û hatin sekinî."

Nûçegihanê Rûdawê Dilxwaz Mihemed ragihand, “Li başûrê Şamê 11 endamên Asayîşa Sûriyeyê hatin kuştin.”

Her wiha li gorî çavkaniyên fermî herî nêzîkî 30 kesî hatine kuştin.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di pevçûnan de bi kêmî 73 kes hatin kuştin.

Li Ceremanayê roja sêşemê û çarşemê 30 endamên hêzên ewlehiyê û Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê, 15 kesên çekdar ên Durzî û sivîlek hatin kuştin.

Li parêzgeha Siweydayê jî roja çarşemê 27 kesên çekdar ên Durzî hatin kuştin, ji wan 23 kes li ser rêya Siweydayê ketin kemînê.

Durzî û hikûmeta Şamê civiyan

Roja çarşemê, nûnerên Durziyan û rayedarên hikûmeta Şamê hatin ba hev û wan li Ceremana û Sahnayeyê agirbest îlan kir.

Hikûmeta Şamê da zanîn ku bi bicihkirina hêzên ewlehiyê li Sahneyayê "armanca wan bicihkirina îstiqrarê ye" û wan girûpên ku pevçûn destpêkirine bi navê "grûpên derqanûnî" bi nav kir.

Li gorî lihevkirina bi pêşengên Taxa Ceramaneyê ya Şamê re, hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikûmetê di saetên şevê de ber bi taxê ve çûn.

Piştî ku nêzîkî 2 saetan li bendê man, hêzên ewlehiyê bi rêya konvoyekê tevgeriyan û endamên xwe li deriyên serekî yên taxê bi cih kirin.

Îsraîlê jî ji bo parastina Durziyan li Sahnayayê bi 5 balafirên şer herî kêm 9 êrişên hewayî pêk anîn. Di êrişên Îsraîlê de 2 kes hatin kuştin.

Pevçûnên ku bûne sedema bûyerên li Sûriyeyê

Civaka Durziyan a li parêzgeha Siwêda ya başûrê Sûriyeyê dixwaze  di pêvajoya destûra nû de mafên xwe yên dînî û çandî bên garantîkirin lê aloziya di navbera wan û hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê de careke din veguherî pevçûnan.

Rêberê Ruhanî yê Durziyên Sûriyeyê Şêx Hikmet Hicrî hikûmeta Şamê şiband DAIŞê û ji bo parastina civaka Durziyan ji civaka navneteweyî  hêzên aştiyê û midaxeleya navneteweyî xwest.

Hikûmeta Şamê jî îdia kir ku midaxeleya derve dê bibe sedema zêdetir tevlihevî û bêîstiqrariyê.

"Êdî baweriya me bi hikûmetê nayê"

Rêberê Ruhanî yê Durziyên Sûriyeyê Şêx Hikmet Hicrî, piştî pevçûnên xwînrêj ên di navbera hêzên hikûmetê û herêmên Durziyan de, daxuyaniyek da.

Şêx Hikmet Hicrî, kiryarên hikûmeta Şamê şiband bi yên DAIŞê û ji bo parastina civaka Durziyan daxwaza bicihkirina hêzên aştiyê yên navneteweyî û midaxeleya derve kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst