Trump û Netanyahu dicivin: Rojev Xeze, Sûriye û nakokiyên dualî ne

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Benjamin Netanyahu Îsraîl Filistîn Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu 29ê vê mehê diçe Washingtonê û dê li wir bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive.

Ev civîn piştî peyamên nakok ên her du serkirdeyan tê.

Her du alî li ser "Qonaxa Duyem" a agirbesta Xezeyê û stratejiya Îsraîlê ya li Sûriyeyê wekî hev nafikirin.

Li gorî medyaya Îsraîlê, civîn dê li Qesra Mar-a-Lagoyê ya li Floridayê pêk were lê belê tîma Trump û Ofîsa Netanyahu hîn cih bi awayekî fermî piştrast nekiriye.

Mijarên sereke yên civînê

Medyaya Amerîkayê pêşbînî dike ku Trump zextê li Netanyahu bike. Daxwazên Trump ev in:

  • Bipêşxistina qonaxa duyem a agirbesta Xezeyê.
  • Rawestandina plana êrişa berfireh a li ser Hizbulahê.
  • Dayîna tewîzan li ser Sûriyeyê heta ku peymaneke ewlehiyê di navbera Sûriye û Îsraîlê de çêdibe.

Li aliyê din, çapemeniya Îsraîlê eşkere dike ku rastgirên tundrev ên hikûmetê hişyarî daye Netanyahu.

Rastgiran ji Netanyahu xwestiye ku "serî ji Amerîkayê re netewîne."

Nakokiya "Qonaxa Duyem"

Xala sereke ya nakokiyê pêkanîna "Qonaxa Duyem" a plana Trump e.

Ev plan van xalan li xwe digire:

  • Vekişîna temam a artêşa Îsraîlê ji Xezeyê.
  • Çekdanîna Hemasê.
  • Avakirina hikûmeteke teknokrat a Filistînî ji bo birêvebirina demkî.

Pêvajoya agirbestê çima rawestiya?

Dan û standinên agirbestê xitimîne. Îsraîl diyar dike ku Hemasê sozên xwe bi cih neanîne û termê dîlê dawî radest nekiriye.

Îsraîl her wiha qebûl nake ku Desthilata Filistînî beşdarî hikûmeta Xezeyê bibe. Bi taybetî jî naxwaze hêzeke wan li Deriyê Refehê (sînorê Misirê) hebe.

Hemas jî şerta "çekdanînê" red dike.

Hefteya borî Trump gotibû, "Qonaxa Duyem dê zû dest pê bike" lê Netanyahu berevajî wî axivî û got,"Çi hêsan çi zehmet, em dê çekan di destê Hemasê de nehêlin."

Netanyahu bawerî bi "Hêza Îstîqrarê ya Navneteweyî" ya di plana Trump de jî nayîne.

Serokwezîrê Îsaîlê ji balyozên welatên xwe re got,"Ew hêz nikare hemû tiştî bike. Dibe ku nikaribe erkê sereke jî pêk bîne."

Pêwendiya bi Sûriyeyê re

Trump 1ê Kanûna Pêşîn bi telefonê Netanyahu vexwend Washingtonê.

Beriya vê telefonê, Trump li ser medyaya civakî hişyarî dabû Îsraîlê. Trump ji hikûmeta Netanyahu xwestibû ku desttêwerdanê li Sûriyeyê neke.

Ev hişyarî piştî operasyona Îsraîlê ya li başûrê Sûriyeyê hatibû. Di wê operasyonê de 2 endamên "Cemaeta Îslamî" ya Libnanî û 13 welatiyên Sûriyeyî hatibûn kuştin.

Ofîsa Netanyahu li ser peywendiya telefonî got, "Her du serkirdeyan teqezî li ser çekdanîna Hemasê kir û wan li ser berfirehkirina rêkeftinên aştiyê nîqaş kir."

Hevdîtina Mossad û Qeterê

Medyaya Îsraîlî hûrgiliyeke din eşkere kir.

Li gorî medyaya Îsraîlê, Serokê Mossadê David Barnea, Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Rojhilata Navîn Trump Steve Witkoff û berpirsekî bilind ê Qeterî li New Yorkê civiyane.

Armanca civînê asayîkirina pêwendiyên Îsraîl û Qeterê ye. Ev pêwendî piştî kuştina serkirdeyên Hemasê li Dohayê xera bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst