Hewlêr (Rûdaw) - Sererkanê Îsraîlê Eyal Zamir ragihand ku eger dan û standinên bi Hemasê re yên ji bo bihevguhertina dîlan bi ser nekevin, ew dê şer "bê rawestan" bidomînin.
Li gorî daxuyaniya ku artêşa Îsraîlê îro belav kir, Serokerkan Eyal Zamir leşkerên Îsraîlê yên li Xezeyê ziyaret kir.
Zamir ji leşkeran re axivî û got, "Em dê di rojên pêş de bibînin ka ji bo berdana dîlan rêkeftinek çêdibe an na" û hişyarî da ku eger rêkeftin çênebe "dê şer bê rawestan bidome."
Li gorî amarên Îsraîlê, di êrişa Hemasê de 251 kes hatibûn dîlgirtin û beşek ji wan hîn jî li Xezeyê ne.
Dan û standin rawestiyan, alî hevdû tohmetbar dikin
Hemasê herî dawî 1ê Tebaxê ragihandibû, heta ku krîza birçîbûnê ya "bêtehemul" a li Xezeyê bi dawî nebe û rê li ber alîkariyên mirovî neyê vekirin, ew venagerin ser maseya dan û standinan.
Hemas Îsraîlê bi astengkirina rêkeftinê tohmetbar dike û Îsraîl jî dibêje ku wan gelek daxwazên Hemasê red kirine.
Hewlên navbeynkariyê yên Amerîkayê jî heta niha bê encam mane.
Serdana Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff a herêmê û hevdîtina wî ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re jî hîn ti pêşketin bi xwe re neaniye.
Krîza mirovî û zexta navneteweyî zêde dibe
Berdewamiya şer, rewşa mirovî ya li Xezeyê gihandiye asta karesatê.
Rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî diyar dikin ku alîkariya ku digihîje herêmê têrê nake û jiyana zêdetirî du milyon Filistîniyan di bin metirsiyê de ye.
Gelek welat û saziyên navneteweyî bangî her du aliyan dikin ku demildest agirbesteke mayînde ragihînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse