Hewlêr (Rûdaw) - Koçbereke ji Xezeyê ragihand ku jiyana wan êdî wekî ya ajelan e û alîkariyên ku tên şandin jî nagihîjin destê wan.
Li Xezeyê xelk ji ber êriş û dorpêça Îsraîlê rûbirûyî birçîbûneke tund dibe.
Gelek barhilgirên alîkariya mirovî li Deriyê Sînorî yê Refahê yê li aliyê Misirê tên rawestandin.
Îsraîl tenê destûrê dide ku alîkariyereke sînordar bikeve hundir.
Alîkarî nagihîje xelkê
Koçbera bi navê Neîme Canimê got, "Em di rewşeke giran de dijîn. Ji bilî van alîkariyan ti xwarin û vexwarina me nîne.
Cihû alîkariyan tînin û ji dizan re dihêlin."
Krîza birçîbûnê heye
Li gorî Ofîsa Ragihandinê ya Xezeyê, di navbera 28ê Tîrmehê û 1ê Îlonê de tenê 3 hezar û 188 barhilgirên alîkariyê gihiştine herêmê, tevî ku pêdivî bi 21 hezar barhilgiran hebû.
Neteweyên Yekbûyî jî piştrast dike ku ji her 10 barhilgirên ku digihîjin herêmê, tenê yek bi awayekî rast tê belavkirin.
Neteweyên Yekbûyî 22yê Tebaxa borî li herêmê krîza birçîbûnê ragihandibû.
Koçberekî din Eyad Filfil jî heman tişt anîn ziman û got:
“Ti alîkarî nîne û ti xwarin li marketan nemaye. Ew alîkariya ku Cihû dibêjin gihandine derew e, ji ber ku ji bilî dizan kes nikare biçe wan wergire."
Neîme Canimê her wiha rewşa xwe ya jiyanê jî wekî "jiyana ajelan" bi nav kir û got:
"Cihûyan malên me wêran kirin. Em di kampan de dijîn. Roj bi berdewamî li me dixe û bi şev jî pêşî li me vedidin."
Birçîbûn dibe sedema mirinê
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ji Çiriya Pêşîn a 2023yan ve 339 kes ji birçîbûnê mirine ku 124 ji wan zarok in.
Her wiha, ji ber xwarina nebaş jiyana 132 hezar zarokên di bin pênc saliyê de di metirsiyê de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse