Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê vegera koçberên Sûriyeyî zêde bûye.
Li Deriyê Oncupinarê yê li parêzgeha Kilîsê bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê re liv û tevgera vegera koçberên ji Sûriyeyê zêde bûye.
Malbatên ku dixwazin êdî bi tevahî vegerin welatên xwe kar û barên xwe yên yasayî dikin.
Koçberê ji Sûriyeyê Ehmed Îsmaîl got, “7 salan li Tirkiyeyê jiyam û gelek memnûn bûm. Min kar kir û jê hez kir.
Niha şer xilas bûye û ez dê biçim Sûriyeyê.”
Ew ne bi destê xwe, ji ber şerê navxwe yê li welatê xwe hatibûn.
Lê niha bi daxwaza xwe vedigerin û kêfxweş in ku dê vê cejnê li ser axa xwe derbas bikin.
Koçber Zeyîd Elcubeydî jî got, “Em ji ber şer hatin Tirkiyeyê. Niha vedigerin welatê xwe.
Em spasiya Tirkiyeyê dikin. Bi saya Xwedê em dê cejna xwe li Sûriyeyê bi malbatên xwe re derbas bikin.
Ev 4 sal in min malbata xwe nedîtiye. Min dayik û bavên xwe nedîtine û îro diçim dîtina wan.”
Vegera koçberên Sûriyeyê ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî rûxisina rejîma Beşar Esed zêde bûye.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê pêncşema borî ragihandibû ku 250 hezar û 64 koçber vegeriyane welatê xwe û derdora 26 hezar heta 27 hezaran koçber jî xwe ji bo vegerê amade dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse