Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Îstixbarata Tirkiyê Hakan Fidan û Serokê Îstixbarata Sûriyê Elî Memlûk li Bexdayê dicivin.
Çavkaniyên nêzîkî ewlehiya Iraqê, îdia kirin ku Serokê MÎTê Hakan Fidan û Serokê Ewlehiya Neteweyî yê Sûriyê Elî Memlûk dê li paytexta Iraqê Bexdayê hevdîtinekê bikin.
Îdia ji aliyê medya Tirkiyê ve jî hat piştrastkitin. Rojnameya Tirkiyê ragihand, kesên desthilatdar îdia erê kirin.
Serokê Îstixbarata Artêşa Tirkiyê yê berê General Îsmaîl Hakkî Pekin got: “Hevdîtina li Bexdayê dikare bibe destpêka pêvajoyeke nû.”
Îsmaîl Hakki Pekin got: “Ji ber qutbûna têkiliyên Tirkiyê û Sûriyê ji sala 2011ê ku şerê navxweyî dest pê kir her du aliyan ji aliyê madî û menewî xisar dîtin. Wateya pêvajoya ku çend salin ji aliyê welatên navbeynkar Rûsya û Îranê ve tê meşandin nema. Pêvajoya dê bi Hakan Fidan re dest pê bike teqez rêyên dîplomasî û siyasetê dê çalak bike. Dê pêvajoyeke nû dest pê bike. Herwiha pêwîst e ev pêvajo di çarçoveya têkilyên erênî bi Siûdî Erebîstan, Îmarat û Misirê re were nirxandin. Piştî hevdîtinên Bexdayê dê gavên hîn bi hêz bên avêtin.”
Her du berpirsên îstixbarata Tirkiyê û Sûriyê her dawî di Çileya sala 2020ê de li Moskowê civiyabûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse