Hewlêr (Rûdaw) - Li Mexribê protestoyên ciwanên Nifşê Zyê di roja xwe ya heftemîn de jî berdewam kir.
Xwenîşanderên ku li paytext Rabatê li ber avahiya Parlamentoyê kom bûn, daxwazên xwe yên ji bo baştirkirina xizmetên tenduristî û perwerdeyê, têkoşîna li dijî gendeliyê û îstifaya hikûmetê ducare kirin.
Ciwanên ku li ber Parlamentoyê kom bûn, dirûşmên wekî "Azadî, rûmet, edaleta civakî", "Fosfata me heye, du deryayên me hene lê em di nav belengaziyê de ne", “Ji talankirina dewlemendiyan re na", "Êdî bes e gendelî, we welat rezîl kir", "Daxwaza me zelal e, bila (Serokwezîrê Mexribê Ezîz) Axennûş kilîlan bihêle", "Gel çûna Axennûş dixwaze" û "We zarokên xwe parastin, we zarokên gel tazî hiştin" bilind kirin.
Hinek xwenîşanderan ji bo balê bikişînin ser kêmasiyên sîstema tenduristiyê got, "Ne rast, ne çep, daxwaza min a yekane nexweşxane ye."
Protesto bi awayekî aştîyane bûn û hêzên ewlehiyê ti midaxele nekir.
Li aliyê din, Tevgera Ciwanan di daxuyaniyekê de ragihand ku xwenîşandan dê li bajarên Rabat, Kazablanka, Tanca, Sale, Tetwan, Agadîr, Meknes, Marakeş, Mihemediye, Quneytra, Cedîde, Asfî, Vecde û Fesê bi awayekî aştîyane bidomin.
Girtin û desteserkirin
Birêvebiriya Ewlehiya Niştimanî ya Mexribê û Cendirmeyên Keyaniya Mexribê di çarçoveya bûyerên li herêma Susê de 397 kes sewqî Serdozgeriya Dadgeha Temyîzê ya Agadîrê kirin.
Kesên ku hatine desteserkirin bi tawanên wekî “hewldana biserdegirtina qereqoleke leşkerî, şewitandin, êrişkirina milkên giştî û taybet û lidarxistina xwenîşandanên bêdestûr” tên tohmetbarkirin.
Serdozgeriya Dadgeha Îstînafê ya Quneytrayê jî ragihand ku 17 kes “piştî bûyerên ku aramî û ewlehiya giştî li herêma Sidi Tayyibiyê xera kiriye” sewqî edliyeyê hatine kirin.
Hat ragihandin ku di nav gumanbaran de zarok jî hene û biryar hatiye dayîn ku hemû bersûc heta ku lêpirsîn bi dawî bibe girtî bimînin.
Di daxuyaniya Serdozgeriya Dadgeha Îstînafê ya Marakeşê de jî hat ragihandin ku ew nûçeyên di hinek dezgehên çapemeniyê de yên derbarê "mirina welatiyekî li herêma Sidi Yusuf bin Aliyê" de bêbingeh in.
Xwendekar û kulîlk
Li Agadîrê hinek xwendekarên dibistanên navîn û lîseyê, kulîlk pêşkêşî endamên ewlehiya niştimanî û hêzên alîkar kirin.
Hat diyarkirin ku armanca vê jestê spasiya ji bo hêzên ewlehiyê ye ku ji bo parastina milkên giştî li ser kar in û ev çalakî di çarçoveya gera hişyariyê de pêk hatiye ku ji aliyê komeleyên herêmî ve hatiye organîzekirin.
Partiyên çep û banga civînê
Federasyona Çep a Demokratîk ragihand ku ew dê ji bo nirxandina rûdanên derbarê protestoyên Nifşê Zyê de li Rabatê civînekê li dar bixe.
Tê payîn ku Partiya Sosyalîst a Yekbûyî, Partiya Rêya Demokratîk, Konfederasyona Keda Demokratîk, Sendîkaya Perwerdeya Niştimanî û Komeleya Mafên Mirovan a Mexribê beşdarî civînê bibin.
Sekreterê Giştî yê Federasyonê Ebdulselam Ezîz diyar kir ku armanca civînê "nirxandina rewşa heyî ya welêt" e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse