Bedran Çiya Kurd bi nûnerê Durziyan re civiya

06-09-2025
RÛDAW
Nîşan Bedran Çiya Kurd Rêveberiya Xweser Libnan Durzî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Rêveberiya Xweser bi nûnerê Durziyan Şêx Ebû Yûsif Emîn El Sayix re civiyan.

Alîkarê Hevserokatiya Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, li bajarokê Şaronê yê navçeya Elyayê ya Libnanê çû serdana nûnerê Durziyan Şêx Ebû Yûsif Emîn El Sayix.

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Libnanê Ebdulselam Ehmed, siyasetmedarên Libnanî Mahir Ebû Şeqra, Ela El Sayix, Şêx Tewfîq El Sayix û Şêx Ekrem El Sayix jî beşdarî hevdîtinê bûn.

Bedran Çiya Kurd tekezî li ser "girîngiya domandina pêwendiyan li gel hemû pêkhateyên Sûriye û Libnanê kir".

Li gorî çavkaniyên xwecihî, Bedran Çiya Kurd piştgiriya xwe ya ji bo Siwêdayê anî ziman.

Li aliyê din, hat ragihandin ku Şêx El Sayix jî "bal kişandiye ser girîngiya bihêzkirina pêwendiyên Kurd û Durziyan" û spasiya Rêveberiya Xweser kiriye.

Siyasetmedar Mahir Ebû Şeqra, ezmûna Rêveberiya Xweser wekî "mînakeke ku divê li seranserî Sûriyeyê were bicihkirin" bi nav kir.

Ela El Sayix jî tekezî li ser girîngiya sîstemeke nenavendî, piralî û demokratîk kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst